Ev pirsgirêk êvara Pêncşemê dest pê kir. Ji bilî Outlookê, Teams û alîkarê hişê çêkirî Copilot jî bandor bûn. Di Teamsê de peyam şandin û telefon kirin çêdibûn, lê di xizmeta salnameyê de pirsgirêk hebûn. Şirketê, got ku nîşaneyên êrîşeke xirabkar tune ne.
Ev qutbûn li gelek welatan kar û xebata rojane asteng kir. Li Zelanda Nû, saziyên dewletê di karên nameyên elektronîk de pirsgirêk jiyan. Beşên koçberiyê jî nikarîbûn serlêdanên nû yên vîzeyê qebûl bikin.
Li Awustralyayê, xwendekaran nikarîbûn bigihîjin dersên xwe yên onlaynê. Di hin nexweşxaneyan de jî karmendên tenduristiyê nikarîbûn bi hêsanî bigihîjin agahiyên nexweşan. Hin seferên balafiran li Hindistan û Awustralyayê jî ji vê yekê bandor bûn.
OpenAI û Anthropic jî ragihandin ku ji ber pirsgirêkên Microsoft 365, di xizmetên ChatGPT û Claude de xeletî zêde bûne.
Microsoftê roja Înê sibehê got ku tedbîrên yekem encama ku dihat hêvîkirin neda. Ji bo zêdekirina kapasîteya pêşkêşî, şirketê rajekarên nû yên ferazî xebitand.
Şirketê got ku li hin herêman hinek başbûn heye, lê xizmetên wê li hemû cîhanê hîn venegeriyane rewşa xwe ya asayî.

