Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara “Bi hêza xweser û îradeya azad niha dema jinan e” starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên demokratîk û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.
Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di çalakiyê de axivî û got ku Şirnex salên dirêj kirine navenda polîtîkayên şerê taybet û anî ziman ku wan xwestiye ji ber wê çalakiyan ji wir bidin destpêkirin.
‘ÎRADEYA JINAN HEYE’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî anî ziman ku tundiya li ser jinan li seranserê cîhanê heye lê belê li Kurdistanê li gelpolîtîkayên şerê taybet tê birêvebirin.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar piştre bal kişand ser girîngiya rola jinan a di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de û anî ziman ku azadiya jinan û serkeftina pêvajoyê girêdayî hev in. Çîgdem Kiliçgun Ûçar got: ‘’Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet bisekin û têbikoşin. Li Kurdistanê ti kes nikare li pêşiya birêxistinbûna jinan û azadbûna wan bibe asteng.’’
‘LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET BANGA BIRÊXISTINBÛNÊ’
Piştî axaftinan atolyeyeke bi navê ‘’Şerê Taybet’’ hate lidarxistin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan di atolyeyê de axivî û diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet bi salên dirêj e hene û dewlet piştgiriyê dide wan polîtîkayan. Newroz Ûysal Aslan li dijî polîtîkayên şerê taybet banga birêxistinbûnê kir.
Çalakî li gel berzkirina dirûşmeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ bi dawî bû.

