Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê ji xwendekar û malbatên wan îro meş organîze kir. Li bajarê Dirbêsiyê jî xwendekaran daxuyanî da.
Şêniyên Hesekê ji Çerxerêya Kevokê dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin”, “Zimanê Kurdî xeta sor e” û “Zimanê me rûmeta me ye” hildan.
Meş heyanî Çerxerêya Şehîd Serhed dewam kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Yekitiya Partiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û got: “Nasnameya gelan bi ziman û çanda wan ve girêdayî ye. Li Rojava di 14 salan de zimanê Kurdî bi pêş ket. Li dibistanan, peymangeh û zanîngehan Kurdî xwendin û niha li saziyên me yên sivîl û xizmetguzariyê jî tê bikaranîn. Em bi tu awayî qebûl nakin ku zimanê me sînordar bikin. Sûriye di netewe, ziman û çandê de pirreng e. Ji bo ev pirrengî were parastin divê sîstem demokratîk be û mafên hemû pêkhateyan werin misogerkirin. Ez daxwaz ji hikûmeta veguhêz dikim ku li biryara xwe vegere û sererast bike. Heke zimanê Kurdî nas neke ev tê wateya hebûna gelê Kurd jî nas nake.”
Li bajarê Dirbêsiyê jî xwendekarên Dibistana Şehîd Cemîl Ehmed Hesen a gundê Til Kerem daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Sozdar Hemê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de daxwaz kirin ku zimanê Kurdî were parastin û pêşxistin û bibe yek ji zimanên fermî yê Sûriyeyê.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku zimanê Kurdî nasname, dîrok û çanda gelê Kurd e. Parastina zimanê dayikê û pêşxistina wê mafekî mirovî ye û nabe were sînordarkirin.
QAMIŞLO
Xwendekarên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê ji bo daxwaza naskirina zimanê Kurdî, misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê li bajarokê Rimêlanê xwepêşandan kir.
Xwepêşandan ji pêşiya Dibistana Şehîd Şîlan dest pê kir û derbasî bajarokê Rimêlan bû. Xwendekaran dirûşmên ku piştgiriya xwe ji bo zimanê Kurdî û girêdana xwe ya perwerdeya bi zimanê Kurdî nîşan da, piştre li pêş Dibistana Silêman El Helebî çalakiyek li dar xist.
Piştî çalakiyê xwendekar Zîlan Berekat daxuyaniyek xwend û diyar kir ku perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî esasî ye û ew dixwazin ku zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bê misogerkirin.
Xwendekaran di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew ê heta naskirina ziman û mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî li ser pêyan bin.
Çalakiya xwendekaran bi berzkirina dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

