Roja Sêşemê di daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Apoyî de hate ragihandin ku ji bo rêveçûna pêvajoyê şert e ku azadiya Rêber Apo û statuya wî ya siyasî bê naskirin. Heman rojê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî di civîna koma partiya xwe de ji bo statuya Rêber Apo pirsa “Wê statuya Ocalan çi be?” xist rojevê.
Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol qonaxa heyî nirxand û got, hem daxuyaniya Bahçelî ya li ser “statu”yê hem jî daxuyaniyên hevdemî divê li nava çarçoveyeke hiqûqî bêne bicihkirin. Sevda Ozbîngol ragihand ku divê siyaset xwe ji hildana berpirsyariyê nede alî û destnîşan kir ku pêşketin tenê bi gotinan nabe, afirandina baweriyê tenê bi mekanîzmayeke koordînasyonê ya şênber û garantiyên hiqûqî dibe.
‘DIVÊ SIYASET XWE JI HILGIRTINA BERPIRSYARIYÊ NEDE ALÎ’
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku pirsa Devlet Bahçelî ya li ser statuya Rêber Apo asteke krîtîk û girîng e ku işaretê bi zemîna hiqûqî ya pêvajoyê dike û anî ziman ku divê siyaset bi wêrekî tevbigere. Sevda Çelîk Ozbîngol got, “Pirsa ‘Statuya Ocalan wê çi be?’ ya Devlet Bahçelî asteke girîng e. Ji ber ku ev pirs işaretê bi zemîna hiqûqî ya pêvajoyê dike. Li aliyê din, daxuyaniya ‘Eger zemîna qanûnî hebe em ê ya pêwîst bikin’ ku di salvegera biryara çekdanînê de hate dayin, nîşan dide ku bendewariyek herdu aliyan heye. Yekane tişta ku vê navberê bigire gotin nîne, lê garantiya hiqûqî ye. Siyaset neçar e ku di vê nuqteyê de bi wêrekî tevbigere û ji rakirina berpirsyariyê xwe nede alî.
Pêwîstiya meşandina pêvajoyê ya bi mekanîzmayeke ku weke ‘Koordînatoriya siyasîbûn û pêvajoya aştiyê’ li ser vê bingehê divê bê nirxandin.”
Sevda Ozbîngol diyar kir ku ji bo pêvajo bi rengekî çêker bimeşe girîng e mekanîzmayeke koordînasyonê ya şênber bê avakirin ku Meclîs û civakê li ser heman zemînê bigihîne hev û got, “Pêvajoyeke ewçend krîtîk bi serê xwe nameşe; pêvajoyên bi rengekî belawela, nediyar û girtî bê meşandin jî baweriyê bi xwe re nîne. Ji ber vê yekê pêwîstî bi mekanîzmayeke koordînasyonê heye. Heta ku avaniyeke bi vî rengî neyê avakirin ku meclîsê, aktorên siyasî û civakê li ser heman zemînê digihîne hev, wê pêvajo bi rengekî erênî bi pêş ve neçe.
Tişta ku em jê re koordînatoriya siyasîbûnê û pêvajoya aştiyê dibêjin jî tam di vir de dibe bersiv. Ev deste jî divê ne ya kontrolê be, lê ew mekanîzma be ku baweriyê diafirîne û pêvajoyê hêsan dike. Divê avaniyeke welê be ku zelaliyê pêk tîne, gavên têne avêtin radixe pêş çavan û ya herî girîng jî bersivê bide pirsa ‘Gelo ev pêvajo bi pêş ve diçe?’ ya civakê. Her wiha divê temsîliyeta hemû pêkhateyên civakî di nav de hebe.”
‘GARANTIYA AŞTIYEKE MAFDAR Û MAYINDE TÊKOŞÎNA CIVAKÎ YE’
Sevda Çelîk Ozbîngol got, ya ku nava dema nû dagire retorîk nÎne, lê gavên şênber ên hiqûqî ne û anî ziman ku ji bo mayindebûna aştiyê jî şert e ku mutabaqata civakî hebe. Ozbîngol got, “Îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên bêçek û bi rengekî aştiyane pêvajoyeke girîng e ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi pêşberî destpê kir, bi îradeya danîna çekan bi pêş ket û bi rapora komîsyonê ya li meclîsê gihîşt astekê. Bêguman gotina ‘dema nû’ hêja ye; lê belê civak êdî li pratîkê dinihêre ne li gotinê.
Li aliyekî qala aştî û normalbûnê tê kirin, li aliyê din jî di pratîka dadgeriyê de hişkbûn, pêkanînên qeyûm û tengkirina qada siyasî dewam dike. Ev rewş bi rengekî xwezayî dibe sedema pirsgirêka baweriyê. Heta ku hiqûq nebe ev gotin bersiva xwe nabîne. Sernavên girîng ên ku nav lê hatiye kirin û tespîtkirin divê li ser zemîna hiqûqê bêne nîqaşkirin û bi afirandina metnên lihevkirinê re pêvajo mayinde bibe.”

