Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 3’yemîn di navbera 17 û 19’ê Nîsana 2026’an de li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê hate lidarxistin. Mijara îsal a festîvalê yekser ji nava rastiya polîtîk a heyî hatibû hilbijartin: “Yekîtî û Berxwedan”. Ev naverok weke dirûşmeke çalakiyeke çandî xuya nedikir; berevajî vê yekê êrişên dawî yên li ser Rojava, çarenûsa hevpar a gelê Kurd li parçeyên cuda û mecbûriyeta yekîtiyê bêhtir şênber kir. Festîvalê jî xwe li vê qonaxa dîrokî bi cih dikir.
Ji ber vê jî kombûna li Dusseldorfê ji bernameyeke fîlman wêdetir bû. Festîval ne tenê weke qadeke hilberînê ya estetîk, xwe weke qadeke nîşandana hişê civakî, têkiliya navbera erdnîgariyên birîndar û nîşandana berxwedana hevpar vegot. Dibe ku qîmetê esasî yê festîvalê jî di vir de bû: Bi bîr xist ku sînema ne tenê ya vegotinê ye, di heman demê de yekîtiyê ava dike.
Sînema ji bo Kurdan ti carî nebû tenê sînema. Ji bo gelekî ku zimanê xwe hatiye tepisandin, bîra xwe hatiye parçekirin, cografya xwe hatiye parçekirin dîmen, deng, vegotin û qeyd gelek caran bû amûrên hebûnê, dengdayina li hev, veguhestina windahî û berxwedêriyê ji nifşên nû re. Ji ber vê jî dema ku qala festîfaleke fîlmên Kurd bê kirin, ne tenê fîlm her wiha qala rêxistiniyeke bîrê jî tê kirin.
Festîval nebû sînemaya cografyayekê ku fîlmên ji Rojava, Bakur, Rojhilat, Başûr û ji qada navneteweyî gihand hev; hewl da bibe yekparebûna hişekî parçebûyî. Ev nêzîkatî asta heyî ya sînemaya Kurd jî radixe pêş çavan: Em ne tenê qala mezinbûnê dike, qala sînemayekê dikin ku hewl dide paşerojê pênase bike.
Yek ji aliyên herî balkêş ên sînemayê ew bû ku ji aliyê tîmeke ji ciwanan ve hatibû amadaekirin. Ya rast, ev yek bi qasî festîvalê girîng bû. Ji ber ku gelek caran qîmetê çalakiyekê ji bernameyê wêdetir bi ruhê keda ku ew afirandiye tê pîvandin.
Xuya dibû ku tîmeke ji ciwanan kar bi cidiyet û kelecan dikir. Belê, ji ber derfetên kêm, tecrûbeyên kêm an jî pirsgirêkên madî û saziyî dibe ku hin kêmasî hebûn. Ji xwe rasteqîn nîne ku mirov li bendê bin ku festîvaleke bi vî rengî bê kêmasî bê lidarxistin. Lê belê carna ne bêkêmasiya karekî, lê naveroka wî karî diyarker e. Ya ku li vir hate hîskirin ev bû: Li gel kêmasiyên xwe jî kedeke ji qada hînbûnê bû.
Tîmeke ji ciwanan bêguman bi serê xwe tenê bi festîvalekê nikare sînemaya Kurd ‘rizgar’ bike. Ji xwe mesele jî ev nîne. Mesele dîtina wê yekê ye ku ruhê afirandina paşeroja sînemaya Kurd li ku şîn dibe. Tişta li Dusseldorfê hate dîtin dibe ku rizgariyeke yekser nebû lê belê tekez rêgehek bû. Işareteke xurt a wê yekê bû ku fikrê sînemayeke wêrek, kolektîf, polîtîk û zane ji nava kîjan nifşî dikare ava bibe. Festîvalek carna beriya hin fîlman atmosfera afirîneriya wan fîlman bi xwe re tîne. Ya ku li vir ava bû jî ev bû.
Çarçoveya polîtîk a festîvalê jî ne tenê di metnên naverokê de bû, her wiha li nava tevahiya bernameyê hebû. Ji ber vê yekê afîş û logoya festîvalê, sûdwergirtina ji keziyekî ku di nava jinan de bû semboleke berxwedanê, girîng bû. Ev tercîh ji detayeke estetîk bêhtir nîşaneya pozîsyona polîtîk a festîvalê bû.
Ne tesadufî bû ku festîvalê bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ hate kirin ku li Rojava hatiye çêkirin. Ev yek tercîheke yekser bû; ya rast pozîsyonek bû. Festîvalê ne tenê fîlmek hilbijart, di heman demê de radigihan bê li ku derê disekine.
Di çarçoveya festîvalê de 3 fîlmên bi metraj dirêj, 9 dokûmanter û 17 fîlmên bi metraj kurt hatin nîşandan. Mesele ji hejmarê wêdetir, yekparebûna avanî ya vê bernameyê bû. Fîlm ji çar parçeyên Kurdistanê û ji qada navneteweyî hatin:
Rojava: 3 fîlm
Bakur: 10 fîlm
Rojhilat: 5 fîlm
Başûr: 7 fîlm
Navneteweyî: 4 fîlm
Vê yekê nîşan dida ku festîvalê meseleya temsîlê bi rengekî cidî nirxandiye. Lê belê ji vî jî girîngtir; ev temsîliyet ji hilberîna cihêrengiyeke cografî bêhtir hewldana ji bo avakirina hişekî kolektîf û zimanekî hevpar di navbera tecrûbeyên ji hev qutkirî de bû.
Di bernameya festîvalê de 9 derhênerên jin hebûn ku ev jî yek ji rehên herî xurt ên bernameyê bû.
Yek ji kêliyên esasî yên festîvalê jî daxuyaniyên endamên jurî li salonê bû. Hate ragihandin ku ji ber şerê li Rojava li wê derê hema bibêje ti fîlm nekarî bê kişandin, li Rojhilat jî zêdeyî meheke ti agahî nayê wergirtin. Van gotinan giraniya dîrokî ya li pişt hemû fîlmên li festîvalê hate nîşandan careke din raxist pêş çavan.
Festîvalek carna ne bi yên nîşan daye, lê yên nekarî nîşan bide dikeve rojevê. Çima ji Rojava hîn bêhtir fîlm tine bûn? Rewşa li Rojhilat çi bû? Bersiva li van pirsan estetîk nîne, lê yekser polîtîk e. Şer, zext, rewşa agahîwernegirtinê bandorê li hilberînê dike. Dibe ku kamera bêdeng nabe, lê belê jiyana ku radihêje kamerayê eger di bin dorpêçê de be, valahiya ku derdikeve holê vediguhere şahidiya wê dorpêçê. Festîvala li Dusseldorfê jî ji ber vê yekê ne tenê çalakiyeke sînemayê bû, di heman demê de têkelbûna nebûn û qeydkar bû.
Yek ji rawestgehên girîng ên festîvalê semînera Lîsa Çalan bû. Ya rast eger mirov rast bibêje, yek ji axaftinên herî têr û tijî ya li ser sînemaya Kurd bû ku min heta niha lê guhdarî kir. Ne tenê agahî da, di heman demê de çarçoveyek jî li ser fikirîn, nîqaş, jinûve nirxandina mijarên qebûlkirî pêşkêş kir.
Derdorên cuda yên li festîvalê temaşe kirin û temaşe nekirin, rexne û îtiraz kirin. Ev tiştekî gelekî xwezayî ye. Di heman demê de pêwîst e. Ji ber ku huner bi vî rengî bi pêş dikeve; bi axaftinê, nîqaşê, dîtina kêmasiyan û pirsên nû. Ez rexnekarekî sînemayê nînim. Lê belê dema ku ji vê derê lê dinihêre, dibîne ku yek ji kêmasiyên herî mezin ên sînemaya Kurd nebûna rexnekarên sînemayê ye. Hilberîn heye, vegotin heye, tecrûbe heye; lê belê qadeke rexnekirinê ya bi rêk û pêk, kûr û daîmî nîne. Lewma semînera Lîsa Çalan ne tenê serketî bû, di heman demê de cihê hêviyê bû.
Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 3’yemîn li gel kêmasî û astengiyên xwe jî li cihekî girîng sekinî. Ji ber ku vê festîvalê ne tenê fîlm nîşan da; raxist pêş çavan ku sînemaya Kurd îro di kîjan asta dîrokî, polîtîk û estetîk de ye.
Dibe ku hesta herî xurt a ku vê festîvalê li pey xwe hişt ev bû: Sînemaya Kurd êdî ne tenê xwe vedibêej, di heman demê de hewl dide siberoja xwe jî ava bike.

