Şemî, 6 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Acar: Ez şahida tevahiya dîroka têkoşîna siyasî ya Kurd im, dixwazim aştiyê jî bibînim!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Ahmet Tunelî 32 sal in girtî ye, cara çaremîn hat astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Konseya Ewropayê re name şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KESK’ê li ber Wezareta Edaletê banga berdana girtiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera 11’emîn a Komkujiya 5’ê Hezîranê de daxwaza eşkerekirina kujeran hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Parka Şehîd Solîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê piştgirî da banga ‘yekîtiyê’ ya Talabanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Avesta: Bi taktîkên mijûlkirinê ne pêvajoyê bi pêş ve diçe ne jî pirsgirêka 100 salî çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîs Jinan a DEM Partiyê li dijî Pakêta Darazê ya 12’emîn banga têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bursayê Zafer Gungor jina ku pê re zewicî bû, qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Dersîmê bersiv dan Ensarîoglu: “Ev mikurhatine, divê tavilê sûcdar bêne cezakirin!”
Jin

Jinên Dersîmê bersiv dan Ensarîoglu: “Ev mikurhatine, divê tavilê sûcdar bêne cezakirin!”

Pêkhateyên Platforma Jinên Dersîmê ku daxuyaniyên Parlamanterê AKP’ê Salîm Ensarîoglu yên derbarê torên fuhûş û şantajê yên li zanîngehan nirxand, diyar kir ku ev di rastiyê de “mikurhatine” û daxwaz kir ku faîlên ku navê wan derbas dibe, bêne cezakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Parlamenterê AKP’ê û Wezîrê Dewletê yê berê Salîm Ensarîoglu çend roj berê derbarê jinên ciwan ên bi taybetî zanîngehên Kurdistanê ku bi rêya şantaj û gefan wan dixin nava fuhûşê daxuyaniyên balkêş dan. Ensarîoglu îdia kir ku hin berpirsên îdarî, burokrat û akademîsyen peywira ku dewletê daye wan bikar tînin û jinên ciwan bi tawanbariya “têkiliyên rêxistinî” bi zextê ditirsînin û bi vî rengî torên fuhûşê ava dikin. Yek ji bajarên ku di navenda van îdîayan de Dersîm û Zanîngeha Munzurê ye.

Me vê mijarê ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedarên ku pêkhateyên Platforma Jinên Dersîmê ne pirsî. Hemû jinên ku em bi wan re axivîn, diyar kirin ku daxuyaniyên Ensarîoglu yê AKP’î ji îdiayan wêdetir e û li ser fikra ku polîtîkayên qirêj ên ku bi salan e bi awayekî sîstematîk li herêmê têne meşandin bi wayekî fermî “mikurhatin û eşkerekirin e” bûn yek. Nûnerên rêxistinên jinan anîn ziman ji krîza hewînbûnê bigire heta qelsiyên ewlehiyê yên li kampusê, gelek pirsgirêkên binesaziyê dihêle ku xwendekar li hemberî van toran bêparastin bimînin. Jinan destnîşan kirin ku rêveberiyên zanîngehan ên ku tavilê mudaxeleyî tevgerên mafên demokratîk û govenda xwendekaran dikin, personelên ku di îdiayên fuhûş û tacîzê de têkildar in diparêzin û heta li şûna derarê wan de lêpirsîna îdarî veke, bi anîana wan a meqemên bilind wan xelat dikin. Jinan li hemberî vê dorpêç û bûcazetiya li herêmê daxwaza avakirina tavilê ya komîsyonek lêkolînê ji bo meclisê kirin û anîn ziman ku ewlehiya jinan tenê bi têkoşîna rêxistinkirî û hevgirtinê dikare were parastin.

DAXUYANIYÊN SALÎM ENSARÎOGLU MIKURHATINA TORÊN SÛC ÊN LI HERÊMÊ NE

Seroka Komeleya Hevgirtina Jinan a Dêrsim Yenîgun Serpîl Argin li ser daxuyaniyên wezîrê berê Salîm Ensarîoglu yên derbarê torên çeteyan ên ku ciwanên xizan bi taybetî yên li zanîngehên herêmê hedef digirin nirxandin kir û diyar kir ku ev gotin mikurhatin, îdiayên ku bi salan e têne gotin piştrast dike û got: “Tiştên ku Salîm Ensarîoglu got, di rastiyê de mikurhatina eşkerekirinê ye. Bi salan e em, wekî jinên ku li herêmê têdikoşin ji hebûna şebekeyek fihûşê haydar bûn. Ev rewş her tim li bajêr dihat nîqaşkirin, lê delîlên şênber ku wê piştrast bikin tune bûn. Mînak navê Cem Tekînoglu demekê li vî bajarî pir caran dihat behskirin. Ev daxuyaniya mikurhatina têkildarî vê torê, di rastiyê de di doza Gulistan Doku de hîn bêtir derketin holê. Bê rayedaran hêz û çavkaniyên dewletê ji bo çi bikar anîne eşkereyî derket holê.

Bi salane ji ber pevçûnên li bajarên herêmê, polîtîkayeke taybet tê sepandin, jixwe wekî ku Ensarîoglu jî di gotinên xwe de dibêje. Ew xwendekarên jin ên ciwan ên ku tên vir bi gotina ‘Têkiliya we bi rêxistinekê re heye’ ditirsînin. Ji ber ku jin bê rêxistinkirî ne û li pişt wan hêza rêxistinkirî tune ye ew ji vê sûdê werdigirin. Jinek li hember vê hêza mezin bitirse û têkeve nava fikaran encameke xwezayî ye. Divê em ji niha şûnde divê jin çi bikin nîqaş bikin.”

ZEXTA LI ZANÎNGEHA MUNZURÊ SÛCDARAN DIPARÊZE

Argin diyar kir ku zextên li Zanîngeha Munzurê ne tesaduf in û anî ziman ku zext û dorpêça li kampusê ji bo parastina sûcdaran e û bang hevgirtinê li hemê jinan kir. Argin wiha berdewam kir: “Komeleyên xwendekaran ên li Zanîngeha Munzurê nikarin daxuyaniyekê bidin, klûb nikarin tu xebata siyasî bikin, li wir mertalek heye. Klûbên xwendekaran nikarin di nav zanîngehê de nîqaşekê jî organîze bikin, daxuyaniya dawî rastî destwerdanê hat û heta belavokek jî nayê belavkirin. Divê em jin niha biryarek bidin: Ma ew ê bibin hêz, an em ê bibin hêz? Hêzabûna me bi têkoşîn û hevgirtinê pêkan e.”

MIKURHATINA POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET E

Hevseroka DEM Partiyê ya Dersîmê Humeyra Tusun Yegîn jî li ser îdiayên parlamenterê AKP’ê Salîm Ensarîoglu nirxandin kir û got, “Li Dersîmê û bi taybetî jî li zanîngehê, gelek caran behsa tacîz û zilma ku di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de tê jiyîn tê kirin. Li şûna jin ku muxatab bên dîtin, derbarê jinên ku li dijî sûcdarên tacîzê li ber xwe didan doz vekirin. Rektor û rayedarên dewletê ti hewldanek nedan. Di doza Gulistan Doku de hat dîtin ku mekanîzmaya dewletê çawa bi hevkarên herêmî re ye û her kes vê yekê dizanibû lê bêdeng ma. Nedîtina cenaze bêrûmetiyê nîşan dide. Ger çareseriyek tê xwestin, divê li meclisê komîsyonek were avakirin û li zanîngehan lêkolîn bike. Divê nêrînên rêxistinên jinan ên herêmî û xwendekaran werin girtin. Ensarîoglu daneyên derbarê xapandina xwendekaran ji ku derê bi dest xistiye û wê li dijî van kesan çi tedbîr werin girtin, mijarek meraqê ye û divê were çareserkirin.”

HETA MUDAXALEYÎ KESÊN LI KAMPUSÊ GOVEND GERANDIN KIRIN

Yegîn behsa pêkanînên zext û cotstandatiya li Zanîngeha Munzurê tê kirin kir û gor, “Pergal bi salan e li vir bi awayekî cidî destwerdanê dike. Par, dema ku xwendekaran dixwestin di mezûniyetê de govendê bigerînin dmeildest rastî destwerdana ewlehiyê hatin. Li aliyekî zexteke wisa heye, li aliyê din rantxur serbest digerin. Di vê rewşa zordariyê de daxwaza me ji desthilatê ew e ku gavên şênber û jidil bavêje.”

TEVÎ ÎDÎAYÊN ŞÊNBER JÎ HÎN GAV NEHATINE AVÊTIN

Ji Egîtîm Sen a Dersîmê Rojda Çîfçî li ser îdiayên parlamenterê AKP’ê Salîm Ensarîoglu nirxandin kir û diyar kir ku ev daxuyanî careke din têkiliyên qirêj û polîtîkayên bêcezatiyê yên ku rêxistinên jinan bi salan e eşkere dikin radixe berçavan û got, “Wekî rêxistinên ku ji bo mafên jinan têdikoşin, me bi salan e bûyerên bi vî rengî eşkere kirine; partiyên muxalefetê pirsname pêşkêşî meclisê kirin, lê timî hatin veşartin. Tiştê ku di doza Gulistan Doku de derketiye holê encama tora têkiliyên qirêj ên di nav saziyan de û pergala bêcezatiyê ye ku sûcdaran diparêze. Kesekî ji partiya desthilatê ku berê wezîrtiya dewletê kiriye, piştî salan vê daxuyaniyê da, rê li ber pirsanvekir û di heman demê de hêviya çareseriyê jî şiyar kir. Lê tevî vê îdîaya şênber jî hîn gav nehatiye avêtin û ev jî fikara rewakirina rewşa heyî zêde dike. Daxwaziya me ew e ku lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin. Divê hemû aliyên dozên wekî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş ên ku di tariyê de mane tavilê werin eşkerekirin.”

DAXUYANIYÊN ENSARÎOGLU TIŞTÊN KU BI SALAN E DIBÊJIN QEBÛL DIKE

 Hevseroka şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dersîmê Nurşat Yeşîl jî diyar kir ku têkoşîna ku ew bi salan e li dijî torên sûc ên li Zanîngeha Munzurê dimeşînin û îdiayên ku wan anîne ziman, niha ji hêla kesên ji partiya desthilatdar ve tên piştrastkirin û got, “Wekî platformek jinan, me di sala 2015’an de derbarê torên fihûşê yên li Zanîngeha Munzurê daxuyanî da. Bi salan e, em vê têkoşînê didin. Jinên ciwan ên zanîngehê serî li platforma me dan. Lê ji ber tirsa ji zexta malbatî, civakî û tirsa ku ji hêla meqamên payebilind ên kesên têkildar ve hatî afirandin, wan nexwest van mijaran bibin dadgehê. Mixabin, ji ber dudiliya wan, em nekarîn van serlêdanan veguherînin pêvajoyek qanûnî û ji ber vê bêdengiyê, bûyer bi salan li zanîngehê berdewam kirin.”

Yeşîl diyar kir ku rêveberiya zanîngehê heta niha li ser îdiayên tacîz û fihûşê bêdeng maye û sûcdaran parastiye. Yeşîl anî ziman ku divê hem pêvajoyên îdarî û hem jî yên dadwerî piştî daxuyaniyên Ensarîoglu tavilê dest pê bikin û wiha berdewam kir: “Hem ev tora fihûşê û hem jî îdiayên tacîza xwendekaran ji hêla hin akademîsyenan ve her tim di rojeva zanîngehê de bûn. Heta berê derbarê îdiayek tacîzê ya girseyî de doz hatibû vekirin. Tevî me ev îdîa timî anî rojevê jî derbarê rêveberiya Zanîngeha Munzurê û ti personelî de lêpirsînek îdarî nehat destpêkirin û paşguh kirin. Me berê bi daxuyaniyan navê van kesan dan, lê li şûna ku werin cezakirin, ew bi veguhestina meqamên bilindtir hatin xelatkirin. Daxuyaniyên parlamenterê AKP’ê Salîm Ensarîoglu di vê wateyê de hêja ne; bi salan tiştên ku me dizanibû û dianî ziman ji hêla kesekî ji partiya desthilatdarê ve tê gotin tê wateya qebûlkirina van rastiyan e. Piştî vê yekê divê demildest derbarê rayedarên Zanîngeha Munzurê lêpirsîneke îdarî bê destpêkirin. Em li bendê ne ku pêşiya pêvajoya qanûnî were vekirin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DERSÎM

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Salek derbas bû: Ne birîn hatin pêçandin ne jî edalet bi cih hat!

Di ser şewata li gundên Şemrex û Xana Axpar re salek derbas bû ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

Şervanê YPG’ê Mustafa Azîz Arslan di salvegera 11’an a şehadeta xwe de li warê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

3 endamên TEV-DEM’ê şehîd bûn

TEV-DEM’ê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şehbayê de, 3…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?