Çarşem, 22 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene
Kurdistan

Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Endamê Fermandariya NPG’ê Murat Karayilan gotin, “24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê di vê serdema dîrokî de ji bo ku di pêşxistina yekîtiya Kurd a demokratîk de gavên nû bên avêtin wê rola xwe bilîze.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan bi vî rengî ye:

“Em destpêkê Dîwana Civata Giştî û tevahî endamên civatê bi rêzdarî silav dikin. Di xebata we ya pîroz de ji bo we serkeftinê dixwazin.

Ji bo, civata par a giştî de pejirandina endamtiya me, em spasiya xwe pêşkeş dikin. Mixabin ji ber sedemên tên zanîn, em nikarin li Civata Giştî amade bibin. Lê belê divê rêzdar civata giştî bizanibe em weke endamê ev saziya netewî û pîroz, çi erk li ser me bikeve, amade ne.

Dîwana Hêja û Endamên Bi Rûmet;

Îro li herêma me, herêma Rojhilata Navîn, Şerê Cihanî ya 3’emîn heye. Armanca vê şerê jinûve dîzaynkirina herêmê ye. Dixwazin li gor berjewendiya sermayeya kurewî û ewlekariya Îsraîl, herêmê jinûve dîzayn bikin. Li ser vê esasê pergala siyasî ya 100 sal beriya vê hatibû pêşxistin, dixwazin bigûherînin. Ev pergal li ser hîmî parçe kirin û înkarkirina Kurdistanê hatibû avakirin. Lê îro ev pergal di nîqaşê de ye. Bi taybet şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de heyî, ji bo tevahî gelê Îranê û gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê mecaleke nû ava dike. Weke Kurd, em di vê şerê de ne aliyê tu kesî ne. Lê belê ger ku ev şer bi xwe re derfetên nû yên şoreşê ava bike, bêgûman wê gelê me yê Rojhilatê Kurdistan ev derfetan bikarbîne. Divê em bizanibin Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê, tenê pergala 100 sal beriya vê na, wê bi xwe re pergala 387 salan beriya vê hatiye avakirin, biguherîne. Li ser vê esasê li Rojhilatê Kurdistanê, rêkeftina di navbera 6 rexistinê de hatiye çêkirin tiştekî erênî ye, lê belê diyar e di pratîkê de hîna yekbûn pêk nehatiye. Em hêvî dikin bibe rêkeftineke rasteqîn. Her çi bibe bila bibe em bawer in di vê demê dîrokê de gelê me yê Rojhilatê Kurdistan wê roleke girîng bilîze.

Hevalên Hêja;

Ji bona vê yekê îro li ser gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê zext heye, sêdarî kirin heye û xeterî hene. Di heman demê de gumana derfetên derketinên nû jî mezin in. Ango hem xeterî hene, hem jî derfetên derketinek nû hene.

Tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê, niha li Rojavayê Kurdistanê jî heman tişt heye. Piştî qomplo û êrîşa 6’ê Çileya 2026’an, Peymana 29’ê Çile ya hatiye çêkirin, di nav xwe de hin destkeftên Şoreşa Rojava diparêze. Lê belê hikûmeta Şamê û destên li pişt vê hikûmetê de wê çiqasa xalên peymanê cîbicî bikin ne diyar e. Niha hewldanên valaderxistina peymanê hîn zêde diyar in. Bi esasî li tevahî Sûriyê, keviran hîna cihê xwe tam ne dîtine. Siba li Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê wê çi pêşbikeve ji niha ve ne diyar e. Ji her cûreyên pêşveçûnê re vekirî ye. Hem xeterî heye, hem jî şert û mercên derfetên girîng jî hene.

Li Başûrê Kurdistanê jî nêzî sal û nîveke beriya vê hilbijartin çêbû; heya niha hikûmetek nehat ava kirin. Aliyê pêyvendîdar ne lihev in. Û divê mirov bizanibe, destkeftên Başûrê Kurdistanê ne mayînde ne. Di çerçoveya pêşveçûna giştî ya li herêmê xeter li ser destkeftên Kurd a giştî heye.

Di vê çerçoveyê de girîngiya pêvajoya Bakurê Kurdistanê ji bo tevahî Kurdistan pir zêde ye. Weke tê zanîn, di navbera salên 2015 û 2025’an de deh salan berdaîm, dewleta Tirkiyê, bi piştevaniya NATO, Iraq û hin aliyên Kurd, xwestin Tevgera Azadî bi darê zorê tune bikin. Şer pir berfireh meşiya, pir dijwar bû, şahadetên gelê Kurd pir çêbûn, lê dewleta Tirk nikaribû bi darê zorê ango bi çek û şer bigihîşta armanca xwe. Berxwedana dîrokî ya Îmralî û ya gerîla hişt ku gelê Kurd li ser lingan bimîne. Li ser vê esasê niha pêvajoyeke çareserî di rojevê de ye.

Di vê pêvajoyê de hewldanên Rêber Apo pir girîng in. Rêber Apo dibêje, “ez dixwazim li herêmê ji bo Kurdan cihekî ava bikim.” Ango Kurd di fermiyetê de nîne. Komara Tirkiyê, li ser hîmê înkar û tûnekirinê hatiye avakirin. Heya ev neyê guhertin destkeftên gelê Kurd li herêmê nakevin bin misogeriyê. Ji ber ku pergala herêmê li ser hîmê înkarê hatiye avakirin û li herêmê rol û mîsyonek dane dewleta Tirkiyê. Rol û bandora dewleta Tirk li ser siyaseta Ewropa û welatên din jî pir zêde heye, her tim li pêşî doza azadiya Kurd di vê çerçoveyê de astengan çêdikin. Ger ku li Tirkiyê, Kurd fermî bên pêjîrandin, Kurd bikevin yasaya Komara Tirkiyê, ev pergala 100 salî ji binî ve berovajî dibe. Wê vaya bi xwe re di herêmê de ji bo gelê Kurd deriyeke nû veke. Wê gelê Kurd bikaribe destkeftên xwe mayînde bike. Ji bona vê niha li Îmraliyê hewldanên Rêber Apo yên ji bo pejirandina di Komarê de hebûna Kurd hewldaneke netewî ye û ji bo tevahî gelê Kurd wê bi xwe re destkeftên girîng ava bike.

Lê belê ev hewldanên Rêber Apo yên çareseriya demokratîk, wê çiqasa encam bigire, ango dewleta Tirk wê çiqas erênî bersiv bide, ne diyar e. Heya roja îro jî zihniyeta dewleta Tirkiyê, zihniyeta înkar û tûnekirinê ye. Ji bo ku bi erênî bersiv bide, hewceyî bi guhertina vê zihniyetê heye. Heya ev hişmendiya qirkirinê neyê guhertin, ji bo çareseriyê di dewleta Tirkiyê de çi pêşveçûn çênabe. A niha têkoşîn di vê çerçoveyê de dimeşe. Ji bona vê jî divê em hemû û hemû aliyên Kurd, ev têkoşîna Rêber Apo dimeşinê re bibin piştevan. Ji ber ku berjewendiyên tevahî neteweyê Kurd û demokratîkbûnê têde heye.

Dîwana Bi Rûmet, Tevahî Endamên Hêja;

Pir aşkere ye, serdemê em tê de, ne serdemeke ji rêzê ye. Hem ji bo gelê me yê Kurdistanê, hem jî ji bo tevahî gelên herêmê serdemeke avarte ye. Wê di demên pêş me de qedera gelê Kurd û qedera herêmê zelal bibe. Ji bona vê em di serdemeke pir girîng û dîrokî de ne. Di encama şerê îro heyî de di dîzaynkirina herêmê tê plankirin de wê çiqasa cih bidin an jî nedin gelê Kurd û Kurdistanê, ne diyar e. Ji ber ku astengên dewleta Tirkiyê û piştevanên wî hene. Ji bona vê yekê, di vê serdema dîrokî de tiştî herî zêde ji bo me, ango ji bo gelê Kurd hewce ye, yekîtiya netewî ye. Ji ber vê yekê Rêber Apo, di vê serdemê de xebata yekîtiya Kurd a demokratîk, pir girîng û sereke dibîne. Weke, ‘nebe nabe’ dibîne. Em jî weke Tevger wisa difikirin. Ango di vê demê dîrokî de pêwîstiya gelê me pir zêde bi yekîtiya netewî heye, hewcehî bi stratejiyeke hevbeş heye. Ji bo ku derfetên dîrokî ji dest neyên revandin, ji bo ku gelê me jî di herêma Rojhilata Navîn de weke tê xwestin cih bigire, azad û serbixwe jiyan bike, pêşxistina stratejiyeke hevbeş pir zêde hewcehiyeke girîng e.

Li ser vê esasê, roja îro kar û barê KNK dimeşîne, rola xwe hîn zêde derkete pêş. Em dizanin kar û hewldanên KNK ya sereke, yekîtiya netewî ye. Belê, îro di asta herî jor de hewcehî bi yekîtiya netewî heye. Ji ber vê jî îro hîn zêde rol li ser saziya KNK’ê dikeve. Tê zanîn, niha 27 saliya KNK’ê temam dibe. Bêgûman di vê 27 salan de bi geşkirina ruhê yekîtî, ruhê netewî, bi meşandina xebatê di vê çerçoveyê de, KNK kedek daye û cihekî xwe çêkiriye. Lê belê bi rê û rêbazên kevn û klasîk, encamên hîna pêş û berçav nayên girtin. Ji bo ku encamên berçav wê hîna şênber bên girtin, divê KNK jî di xwe de gûhertin çêke. Ji bo vê, di baweriya me de rojeva ji nûve avakirin, ji bo KNK’ê rojeveke pir girîng e.

Hevalên Hêja;

Di rêya yekîtiya netewî de yekkirina hêzên parastinê û hevbeşkirina dîplomasiya netewî tiştên pir hêja û bilind in. Vana divê bi armanca me bin. Lê belê roja îro ger ku em weke ferz bigirin dest, dibe ku xetimandinê bi xwe re çêbike. Ji ber ku em dizanin li Kurdistanê hin aliyê ku naxwazin dewletên herêmê re werin li hemberê hev û cardin naxwazin derfetên dîplomatîk ên bi navê gelê Kurd dimeşînin, jidest xwe bidin hene. Ji bona vê ferzkirina daxwazek wisa wê zû pêk neyê. Ji ber vê mirov van daxwazan weke hedefek stratejîk deyne pêş xwe. Di gavên destpêkê de tiştên pir lezgîn, pêwîst û guncaw bixe rojevê baştir e. Çi ne wana?

Yê yekem, avakirina konferanseke netewî ye. Ji bo vê hewldana me jî weke rêxistin heye. Lê divê hewldanê bi navê KNK’ê hîn zêde berfireh bibe.

Ya duyem, divê di çerçoveya giştî de stratejiyeke Kurd a hevbeş hebe û herkes bi hişmendiyeke demokratîk li gorî vê stratejiyê tevbigere. Ango kesek berovajiya vê hewldanan pêşnexe.

Yê sêyem jî, divê di nav rêxistinên Kurd de belgeyeke netewî bê pêjirandin ku tu hêzên Kurd bi hev re şer nekin û li hemberî hev sîxûrî nekin. Ango tu kes nebe sedema rijandina xwîna Kurdan. Şerê navxweyî û dijminatî ji binî ve were qedexekirin. Ji bona vê belgeyeke hemû aliyan pejirandî pir girîng e.

Tiştên sereke yên gengaz e bibe ev in. Wana mirov bide pêş; dibe hinek tiştên din jî mirov di ser de bihesibîne, lê li ser vê esasê rojevkirina yekîtiya demokratîk a Kurd hewcehiyek girîng e. Di vê çerçoveyê de rojevkirina konferanseke netewî, dibe ku bi xwe re encamên diyarker derxîne holê. Mirov destpêkê tiştên gengaz û girîng tenê bike armanc; ên din piştre gav bi gav dikarin bikevin rojevê.

Endamên Azîz;

Em bawer in di warê kar û xebatên rêxistinî ya KNK’ê de wê civata hêja berfireh nîqaşan pêşbixîne. Di vê xalê de em qendî we ne serwer in, lê belê hin nêrînên me jî hene:

Bêgûman xala herî girîng jinûve avakirin e û di vê çerçoveyê de divê KNK di rê û rêbazên xebatê de hin guhertin çêbike. Nimûne; divê KNK tenê ne bi partiyên siyasî re bide û bistîne. Divê bi saziyên sivîl ên civakî re jî bide û bistîne. Bi tevahî çapemeniya Kurdî re bide û bistîne. Ango di Kurdistanê de ji bo raya giştî ava bike divê xebateke netewî-demokratîk a berfireh li dar bixe.

Cardin, divê her beşeke Kurdistanê buroya xwe ya taybet hebin û ew buro divê di hûndirê welat de xebat bimeşînin. Ger bi rêbazên fermî li her beşên Kurdistanê buro ne gengaz be jî, divê nûner hebin û ev kar li her beşê bên meşandin.

Bi taybet komîsyonên xebatên ziman, çand, ekolojî û azadiya jin çiqas aktîf bin di cih de ye. Lê belê yê esasî, di Kurdistanê de û di asta cihanê de li hemberê asîmîlasyonê meşandina xebat û kampanyayan pir girîng in. Îro li ser ziman û zaravayên gelê me zext û polîtîkayên asîmîlasyonê hene. Ev di cewhera xwe de siyaseta qirkirinê ye. Ji bo vê divê em li tevahî cihanê, li hemberê asîmîlasyona ziman têkoşînê bimeşînin.

Di vê çerçoveyê de ruhê netewî, yekîtiya demokratîk a Kurd, hîn zêde mirov geş bike. Ji bo vê hewcehî bi xebateke hîn zêde aktîf û berfireh heye. Saziya KNK dikare vê bi xurtî bimeşîne.

Em bawer in civata hêja li ser van û li ser gelek xalên din dê nîqaşên girîng pêş bixîne û di vê serdema dîrokî de ji bo ku di pêşxistina yekîtiya Kurd a demokratîk de gavên nû bên avêtin wê rola xwe bilîze. Biryarên di civatê de bên girtin, rêbazên bên zelal kirin, teqez wê encamên wê hebin. 

Bi vê bîr û bawerî em ji bo we tevahî endamên civatê dubare silavên germ rêdikin, di xebata we ya pîroz de ji bo we bi dil û can serkeftinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN VENLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê ji bo Bûldan, Yildirim û Karay kom bûn
Nûçeya Pişt re Desteya Giştî ya KNK’ê didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî bi rojeva ‘pêvajoyê’ li hev civiya

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo nirxandina rêveçûna 'Pêvajoya Aştî û Civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên KBDH’ê agir berdan febrîqeyeke paletan

Milîsên Sema Yuce yên KBDH'ê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Kocaelî-Gebzeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Têkildarî windahiyan hevrûbûneke rasteqîn şert e’

Birayê Serdar Taniş ê li Silopiyayê beriya 24 salan hate windakirin û piştre agahî jê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?