Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora Gulana 2026’an eşkere kir. Li gorî raporê 16 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 33 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de cih ji bo hirûgiliyên derbarê qetilkirina 16 jinan a di meha Gulanê de hate dayîn û hate diyarkirin ku ji sedî 9’ê jinan bi çek, 3 bi amûrê birînê, 2 bi derbê, 1 bi xeniqandinê û 1 jî bi şewitandinê hatine qetilkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku ji sedî 31’ê jinan ji aliyê mêrên ku pê re zewicîbûn hatine qetilkirin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku 5 jin di mala xwe de, 3 di kolanan de, 2 li cihekî tenha, 1 li erebe û 1 jî di qada şantiyê de hatine qetilkirin. Nehate diyarkirin ku 4 jinên din li ku derê hatine qetilkirin.

