Tejaneya Çaylar a navçeyay Gimgim a Mûşê, ji ber karên sondaja jeotermal ên fîrmaya Emerîkî Ignis H2 Energy, bi gefa sîsmîk û ekolojîk re rû bi rû ye. Projeya ku wê bandoreke yekser li pênc gundên li herêmê bike, bi tenê bi 260 metreyî dûrî gund tê plankirin. Gelê herêmê bi hinceta ku wê bandorê li çalakbûna xeta fayê bike û zeviyên çandiniyê gemarî bike li dijî Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) têdikoşin.
Keyayê gundê Reqasa Çayan Dûrsûn anî ziman ku bi biryara “ÇED pêwîst nîne” pêvajo ji gel veşartî tê meşandin û bal kişand ser rîska projeyê ya erdhejê û qirêjiya metalê giran a li hawirdorê. Dûrsûn anî ziman ku xelkê Gimgim li hemberî JES’ê komîte ava kiriye û têkoşîna hiqûqî û civakî wê dewam bike.
Keya Çayan Dûrsûn diyar kir ku ji ber faktorên hawirdorî, bandora gengaz a li ser çavkaniyên avê û tenduristiya gel ew li ber projeyê radibin û destnîşan kir ku yek ji fikarên wan ên herî mezin jî liv û tevgera sîsmîk a herêmê ye. Keya Dûrsûn got, “Gelek sedem hene ku em li ber projeyê radibin. Hem ji ber sedemên hawirdorê, hem ji ber çavkaniyên avê hem jî ji ber tenduristiya mirovan em li dijî projeyê ne. Lê belê sedema herî girîng jî ew e ku proje yekser li ser xeta fayê tê kirin. Xeta li herêma me Xeta Fayê ya Anatoliya Rojhilat e û xeteke çalak e; yanî di demeke kurt de erdhejek jê tê hêvîkirin. Di vê rêbazê de bi sê kîlometreyan dadikeve binê erdê û ava germ peyda dike. Vê avê derdixîne ser rûyê erdê û ji keldûmana wê jî elektrîk tê hilberandin. Ev karê li ser xeta fayê dikare xetê bixe nava tevgerê yan jî giraniya erdhejeke gengaz hîn mezin bike.”
Dûrsûn anî ziman ku ava germ a tê plankirin bê derxistin û bikaranîn di heman demê de aveke ji mîneral û kîmyewî ye û got, “Em zanin ku piştî hilberandina elektrîkê wê av jinûve ji çavkaniya wê re bê herikandin, lê bê bicihkirin. Ev yek jî wê bi zextê bê kirin ku ev zext dikare bandorê li xeta fayê bike. Lewma dikare bibe sedema erdhejê. Meseleya esasî erdhej e. Yek ji sedemên sereke yên nerazîbûna me ev rîsk e.”
Dûrsûn fikarên xwe yên têkildarî karên navendên jeotermal ên li Tirkiyeyê anî ziman û destnîşan kir ku ji mînakên li Tirkiyeyê tê dîtin ku bi vî karî re çavkaniyên avê têne gemarîkirin. Dûrsûn got, “Ji ber ku xelkê herêmê bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl dibe, ev gemarîbûn wê bandoreke neyînî li hilberînê bike.
Keya Dûrsûn got, “Ev şîrket plan dike ku li pênc gundên Gimgimê 10 bîran bikole. Bîra destpêkê li derdora gundê me Çallidere plan dikin. Eger bi qasî ku dixwazin avê peyda bikin wê bîrên din jî vekin. Di vê rewşê de wê Tejaneya Çaylarê bi temamî bikeve ber qada projeyê. Proje li cihekî ku bi tenê 260 metreyî dûrî gund e tê plankirin.”
Keya qala karên li dijî projeyê jî kir û ragihand ku gelê Gimgimê li her cihî xwe bi rêxistin kiriye, komîte ava kiriye û pêvajoyê dişopîne.

