Gelê Kurd yek ji wan gelên qedîm e ku bi hunerê jiyana xwe bi wate û dewlemend dike. Kurdan bi hêmanên bingehîn ên çanda xwe ya kevn ên weke dengbêjî û govendê jiyana xwe parastin û xemilandin. Xençerê wêjeyê yê di destê zana û helbestvanên Kurd de, ji hemû xençeran tûj û xurtir e. Ji ber ku di her tiştên nivîsandî û gotî de êş di dilê xwe hîs kirin. Bi kurtasî dikare bê gotin ku êşa xwe bi deng û awazên xwe anîne ziman. Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Seydayê Tîrêj, Baba Tahirê Uryan, Pîremerd, Ebdullah Pêşew û hîn gelek kesayetên din bi pênûsa xwe bûn çavkanî ku hêz dan zarokên vî gelî.
Dîroka fermî her tim bi destê desthilatdaran hate nivîsandin û timî zimanek qebûl kiriye. Kurdî yek ji zimanên herî kevn ê cîhanê ye. Lê bellê ji ber ku ne zimanekî fermî ye, gelek berhem û nivîsên hêja yên bi Kurdî hatine nivîsandin bi windabûn û tinebûnê re rû bi rû man. Haya hemû nivîskar û hunermendên me ji vê zilmê hebû. Lê mixabin ji ber ku gelê Kurd nebû yek, nivîskar û hunermendên me jî nekarîn pêşî li vê zilmê bigirin. Mînak Xanî di sedsala 16.-17. de wiha dibêje: “Pêwîstiya Kurdan êdî bi lîderekî heye.” Lê mixabin wî bi xwe di vê mijarê de nekarî pêşengiyê bike. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîwan û berhemên zanayên Kurd, bi şênberî dibînin bê Kurd çiqasî di bin zilm û dîlgirtinê de ne. Ji ber vê jî Seydayê Cîgerxwîn dibêje: “Ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek.”
BERHEMÊ KURDÎ HATIN DIZÎN
Hunera Kurd demeke dirêj ji aliyê hin kesayetên naskirî ve bi şexsî hate dewamkirin. Lê belê piştî demekê bi taybetî piştî avabûna komarên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, zext û êrişên li ser çand û zimanên Kurd jî girantir bûn. Asta çand û wêjeyê çiqasî bilind bû, zext û êrişa li ser wan jî ewqasî mezin û giran bû. Di sedsala 21’ê de me dît ku gelek ji berhemên muzîkk û çanda Kurd ji aliyê hin kesan ve hate dizîn û weke ku ya wan e hate weşandin. Mînak di ser Îbrahîm Tatlises û Mahsûn Kirmizigul re ev rewş timî hate bilêvkirin.
Ji ber ku di nava Kurdan de derfetên qeydkirin û belavkirinê kêm bû û bi nasnameya Kurd nekarîbû ev berhem bi hêsanî bêne belavkirin, ev rewş hîn hêsantir bû. Gelek berhem bi gotinên cuda, carna jî bi heman gotinan lê bi zimanê cuda hatin wergerandin û bikaranîn. Têkoşîna ji bo çand û ziman têkoşîneke welê ye ku her gelek divê bi esasî û xurtî bimeşîne. Şerê ku îro tê kirin şerekî ji bo çand û ziman e. Eger Kurd îro bi hemû hêza xwe di nava têkoşînê de bin, ev yek di asteke mezin de têkoşîna çand û ziman e. Gava mirov bala xwe didin ser salên derbasbûyî dibînin ku çand û zimanê Kurdî li ber tinebûnê bûn. Mirovan şerm dikirin ku bi Kurdî biaxivin û li stranan guhdarî bikin. Vê rewşê nîşan da ku bandora çandî ya welatên cîran gelê Kurd çiqasî xist rewşeke zehmet. Di heman demê de li gelek herêmên kurdistanê ziman hate qedexekirin. Vê rewşê salên dûr û dirêj dewam kir. Di demekê de ku kesî bawer nedikir ku Kurd rabin ser piyan, tevgera Apoyî destpê kir û guherîneke dîrokî pêk anî.
Yek ji armancên bingehîn ên tevgerê nasandina Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bû. Bêguman heta wê demê gelek hunermendên hêja hebûn ku jiyana xwe dabûn hunera Kurd. Lê bellê bi tevgera Apoyî re ev rewş gihîşt asta herî bilind. Bi hunermendên hêja yên weke Hozan Dilgeş, Hozan Mİzgîn, Hozan Serhed, Hozan Argeş û Delîla re di hunera Kurdî de çirûskek pê ket; pêşîgirtina li vê yekê di dilê dijmin de bû birînek. Îro jî dema mirov bala xwe didin ser dibînin ku rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di nivîs û axaftinên xwe de timî qala çand, huner û zimanê Kurdan dike. Her çend têkoşîn gihîştibe qonaxeke girîng jî ev yek ji bo azadiyê têrker nîne. Zext û êrişên li ser çand û zimanê me her roj bi rengekî giran dewam dike. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîneke hîn xurtir heye.

