Rêxistinên baweriya demokratîk li Qada Şêx Seîd a Amedê ji bo salvegera 89’an a Terteleya Dersimê bernameya bîranînê li dar xist. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta “Me Terteleya Dersimê ji bîr nekiriye, em ê nehêlin were jibîrkirin” hat hilgirtin. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) Abdullah Sagir ve hat xwendin.
Abdullah Sagir diyar kir ku Terteleya Dersimê ne bi tenê operasyoneke leşkerî ye, di heman demê de êrişeke sazkirî li dijî nasname, bawerî, çand û hebûna gelekî ye û wiha got: “Ev hereket di koka xwe de derbeke giran e ji bo dadmendî û merhemeta ola îslamê. Lewre îslam, parastina mafê bindestan, rawestina li dijî zilimê û qedexekirina kuştina merivên bêguneh emir kiriye. Têkoşîna me ya ji bo heqîqet û edaletê dê bidome.”
Sagir wiha berdewam kir: “Em 89 sal paşê îro dîsa diqîrin û dibêjin: Em hemû merivên ku di Terteleya Dersimê de hatine kuştin bi rêz, spasdarî û rehmetê bi bîr tînin. Berxwedana birûmet a Seyîd Riza û hevalên wî û gotina wî ya ku dibêje “Min li ber derew û xapandinên we re serî netewand,ev ji min re bû kul, lê min jî li ber we çok nedanî, ev jî ji were bila bibe kul” ji bîr nakin. Em keçên windabûyî yên Dersimê, zarokên ku bi darê zorê ji dayik, bav, xwişk û birayên xwe hatine qetandin ji bîr nakin û em ê ji bîr nekin.”
Hevseroka Komeleya Çandî ya Pîr Sultan Abdal Ayfer Ayten jî di bernameyê de axivî û banga hevrûbûna bi rabirdûyê re kir.
MÊRSÎN
Komeleya Dersimiyên ya Mêrsînê merasîmek bîranînê li dar xist û mûm hatin vêxistin. Seroka Komeleyê Nurşen Çiglik 4’ê Gulanê wekî “rojek tarî” bi nav kir û xwest ku “arşîv werin vekirin, navê Dersimê were vegerandin û çarenûsa windayan were eşkerekirin.”
EDENE
Di merasîma bîranînê ya li Komeleya Dersimiyên Edeneyê de peyama “Me ti tişt ji bîr nekiriye, me ti tişt efû nekiriye” hat dayîn û daxwazên hevrûbûn û edaletê hat kirin.
ÎZMÎR
Di daxuyaniya ku li ber Termînala Ferîbotê ya Karşiyaka ya Îzmîrê hat dayîn de dirûşmeyên “Divê arşîv werin vekirin, divê hevrû pêk were” hatin berzkirin. Hevserokê DAD’ê yê Îzmîrê Fîrat Dikmen diyar kir ku Dersim bi salan e di bin “asîmîlasyon û tecrîda sîstematîk” de ye.
DERSIM
Li Qada Seyîd Riza a Dersimê bîranîn hat lidarxistin, dua hatin xwendin, mûm hatin vêxistin û loqme hat belavkirin.
STENBOL
Li Kadikoyê bîranîn hat lidarxistin û bi mûman peyva “Dersim 37-38” hat nivîsandin. Di daxuyaniyê de daxwaza lêborîna fermî hat dubarekirin û hat gotin, “Riya aştî û demokrasiyê ji hevrûbûna bi rabirdûyê re derbas dibe.”Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek û Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş beşdarî bîranînê bûn û hat diyarkirin ku tertele “sûcek li dijî mirovahiyê” ye.
Di bîranînên li bajarên cuda de loqme hatin belavkirin û bi avêtina qurnefîlan nav deryayê bi dawî bûn.

