Rejîma Îranê welatiyên ji Şîno yên bi navê Zahîd Seyîdkerîm, Sedredîn Îsmaîlzade û Komar Royan binçav kirin. Hate ragihandin ku hêzên rejîma Îranê avêtine ser mala her sê kesan û birine ciheke nediyar.
Malbatên her sê kesan ji rewşa zarokên xwe bi fikarin û heta niha hêzên ewlehiyê ti agahî li ser aqûbeta wan bi malbatê re parve nekirine.

