Li gorî daneyên RojNewsê, meha Cotmehê 3 jin li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin.
15’ê Cotmehê: Li komelgeha Domîz a navçeya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Dihokê, di nav otomobîlekê de kujerekî 28 salî bi çeka demanceyê xwişka xwe ya 20 salî qetil kir.
20’ê Cotmehê: Li bajarê Silêmaniyê jina bi navê Kîjan Burhan (30 salî) ji aliyê bavê xwe ve bi sê fîşekan hate qetilkirin.
29’ê Cotmehê: Li gundê Şêx Turab a ser bi parêzgeha Hewlêrê, cenazeyê jinek mirî hate dîtin.
Li gorî heman daneyan, di nav 10 mehên bihurî yên îsal de li Başûrê Kurdistanê 58 jin bûne qurbanî ku ji wan 29 jin rasterast hatine qetilkirin û 29 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.

