Berî 177 salan hejmara yekem ya rojnameya Zahrira DêBahra (Tîrêjên Ronahiyê) ya Suryanî derket û roj bûye roja Rojnamevaniya Suryanî.
YRA’yê di daxuyaniya xwe de pêşengên rojnamevaniya Suryanî û şehîdên medyaya azad bi bîr anîn û hewildan û qurbaniyên wan di lêgerîna azadiya ramanê de dilav kir.
Her wiha bal kişand ser rola niha ya rojnamevanên Suryanî di ragihandina rastiyê, parastina azadiya ramanê, pêşvebirina çanda pirrengiyê û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş û biratiyê di navbera pêkhateyên cûda yên civakê de
YRA’ê di dawiya daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ya berdewam ji bo erkê medyaya azad û berpirsiyar bi nîşan da û da zanîn ku azadiya çapemeniyê kevirê bingehîn ê avakirina civakek demokratîk û piralî ye.

