Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal anî ziman ku divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li nava çarçoveya ewlekariyê neyê asêkirin û rexne kir ku di pêvajoyê de Desteya Ewlekariya Millî derdikeve pêş.
Dayike Îpek Er a ku destdirêjî lê hate kirin, lewma jiyana xwe ji dest da, Hîmek Kilinç bang kir ku di doza keça wê de edalet bi cih bê anîn û got, wê dest ji lêgerîna li mafê xwe bernede.
Berxwedana li dijî polîtîkayên zextê û darvekirinê yên li girtîgehên Îranê, bi grevên birçîbûnê û çalakiyên hevpar dewam dike. Girtiyên siyasî piştevaniyê mezin dikin û dengê xwe digihînin heta derveyî dîwaran.
Gerîlayên HPG’ê Tolhildan Avesta û Hawar Tolhildan şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku wê her tim hêjayî ked û nirxên şehîdan bibin û van nirxan biparêzin.
Rojnameya Newaya Jin di hejmara xwe ya 260’emîn de bi manşeta bi navê “Parastina cewherî mafê hebûnê ye” gihîşt ber destê xwendevanên xwe.
Parêzer Berfîn Atûg got, divê ew li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê, pratîka dadgerî û hêzên ewlekariyê û sîstema ku newekheviya zayendî bi gotinên xwe kûrtir dike, têkoşîna rêxistinbûyî mezin bikin.

