Li ser banga 80 jinên di nav de rojnameger, nivîskar, aktivîst, akademîsyen û siyasetmedar hene li eywana Endezyarên Înşaatê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê, konferansa “Em bi hev re li ser pêşerojê diaxivin” destpê kir. Dayika Îpek Er ku rastî destdirêjiya çawişê pispor Musa Orhan hatibû û piştre xwe kuştibû, Hîkmet Kilinç jî bi wêneya keça xwe û desmala kesk, sor û zer tevlî konferansê bû. Her wiha Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), sazî û rêxistinên jinan, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û bi sedan jin tevlî konferansê bûn.
Rûniştina yekem a konferansê bi sernavê Azadî, demokrasî, edalet û hemwelatiya wekhev destpê kir. Rojnameger Cansu Çamlibel Moderatoriya rûniştinê kir û Endama Înîsiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê heye Ferîde Eralp, zanyara siyasetê Fusun Ustel, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, nivîskar Hîdayet Şefkatlî Tuksal û siyasetmedar Zeynek Altiok Akatli axivîn.
Destpêkê zanyara siyasetê Fusun Usten axivî û diyar kir ku divê jin bi tenê daxwaza hemwelatiya wekhev ve sînordar nemînin û wiha got: “Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jin dikarin werin cem hev û bi hev re biaxivin.”
Piştrê jî siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak jî li ser azadî û wekheviya jinan rawestiya û ev tişt anî ziman: “Demokrasî mijareke civakî ye. Ez Kurd, Elewî û jin im. Hemû nasnameyên rastî tunehesibandinê hatine bar bibû. Lê ew yek di heman demê de dibe mijara têkoşîneke hevpar. Ji bo wê min fêm kir ku bi nasnameyên xwe yên cuda, fikir û ramanên cuda em dikarin werin cem hev û li ser pêşeroja xwe biaxivin. Ji bo wê ez ji jinan re dibêjim baş e ku hûn li vir in û em ê bi hev re bi ser bikevin. Divê jinên ciwan li bendê nemînin û bi xwe ava bikin. Jinên ciwan jî bi dînamîk û rêbaza xwe rêya xwe bi xwe ava bikin. Heke em bêjin bila zimanê Kurdî bibe fermî piranî kesên li rojavayî welat dê li dijî vê derkevin. Ji bo wê çareseriya pirsgirêka Kurd berpirsyariya me ye. Heke em xwe di vê mijarê de berpirs bibînin em dikarin bi hev re aştiyê ava bikin.”
Nivîskar Hîdayet Şefkatlî Tuksal jî wiha got: “Ez jî dibêjim ez femînîst im. Dema nasnameya olî hebe di civakê de hişmendiyeke wisa çêdibe ku ew nikare bibe femînîst. Ji bo têkoşîneke hevpar divê em bêtir hev nas bikin. Hev fêm bikin. Divê em bi hev re bêhtir werin cem hev. Heke ez bêjim divê em bişaftina ziman protesto bikin divê di serî de ez bi xwe Kurdî hîn bibim. Bi vî awayî em dikarin bikin civakî.”
Endama Pêdiviya Min Bi Aştiyê heye Ferîde Eralp jî Îpek Er ku ji aliyê çawişê pispor ve hatibû tecawizkirin û ji ber vê xwe kuştibû, bi bîr anî û wiha axivî: “Hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr tînim. Heta em qetilkirina jinan ji holê ranekin em dê çawa qala aştiyê bikin. Divê li dijî polîtikayên desthilat ên li dijî jinan û qetilkirina jinan jin werin cem hev û gotina xwe vebêjin.”
Siyasetmedar Zeynek Altiok Akatli jî li ser zimanê siyasetê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rawestiya û ev tişt anîn ziman: “Aştî çandeke lê ew di çanda tundiyê de ji me hatiye jibîrkirin. Li vê erdnîgariyê, nasmeyên jin, Kurd, Elewî û karker bûyîn ji zehmetiyan re rû bi rû mayîn e. Li dijî van cudakariyan em dixwazin bibin jinên ku aştiyê ava dikin. Lê dema sewal li kolanan rastî qetilkirinê hatin em nikarin qala aştiya mirovan bikin. Heta em vê yekê ji holê ranekin em nikarin çanda aştiyê jî ava bikin.”
Her wiha di rûniştinê de beşdarên jin jî di navbera axaftinan de mafê axaftinê girtin û pirs, fikir û nêrînên xwe anîn ziman. Yek jî ji wan Dayika Aştiyê Nezahat Teke bi lêv kir ku divê di konferansê de encameke xurt derbikeve û wiha axivî: “Dem ne dema konferans û peyama li ser telefonan e. Îro em tiştek nekin sibe dereng e. Divê ji bo aştiyê em tiştek bikin. Weke dayik ji bo aştiyê em ê li Enqereyê çalakiyê li dar bixin. Ez we hemûyan vedixwînim çalakiyê. Heke em jin werin rex hev û bi hev re têbikoşin tu kes nikarê li pêşiya me bisekine. Ez li vir mîmarê aştiyê jî silav dikim.”
Piştî axaftinan rûniştina yekem a konferansê bi dawî bû. Konferans dê bi forumê berdewam bike.

