Li gorî nûçeya Kolber Newsê, Şaxa Yekemîn ya Dadgeha Îstînavê ya Parêzgeha Îlamê li mamosteyê zanîngehê Nebî Ûmêd ê ji Melekşayê, bi hinceta ‘piştgiriya xwepêşandanên li dijî rejîmê hatine lidarxistin’ neh sal cezayê girtîgehê birî.
Her wisa li gor nûçeyê, dadgehê bi tohmeta “hewldanên li dijî ewlehiya neteweyî, civîn û planên li dijî ewlehiya neteweyî û propagandaya li dijî rejîmê” 9 sal cezayê girtîgehê lê birî. Ji wan 9 salan wê 5 sal cezayê girtîgehê were cîbicîkirin.
Têkildarî cezayên din yên li Nebî Ûmêd hatine birîn jî ev agahî hatin parvekirin; “Ji bilî cezayê girtîgehê, ew bi dûrxistina ji Zanîngeha Peyam Nûrî, qedexekirina derketina ji welat, desteserkirina pasaporta wî û qedexekirina ketina wî bo nav Melekşayê hatiye cezakirin. Her wisa ji zanîngehê hatiye derxistin, niha li Îlamê dijî û destûr nayê dayîn ku biçe Melekşayê.

