Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane nûçegihane me ya Dirbêsiyê, 3 jin îro dema hewl dan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ji aliyê leşkerên Tirk ên li ser sînor ve hatin sekinandin, îşkence li wan hat kirin, her wiha pere û kel û pelên wan hatin desteserkirin.
Bûyer li nêzî gundê Qeremanê yê Dirbêsiyê rû da.
Agahiyên der barê rewşa tenduristiyê ya her sê jinan de nehatin bidestxistin.

