Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Cemxaneya Kazim Karabekîr a li Umraniye ya Stenbolê bi nûnerên rêxistin û komeleyên Elewiyan civiya.
Tulay Hatîmogûllari rexne kir ku Elewî li Meclîsê nehatin guhdarîkirin û destnîşan kir ku bêyî tevlîbûna Elewiyan pêvajoya aştiyê bi pêş ve naçe.
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê aştî bibe pêvajoyeke ku jiyana hevpar ji xwe re dike esas û destnîşan kir ku Elewî divê yekser bibin kirdeya pêvajoyê.
Hevseroka DEM Partiyê fikarên xwe yên li ser zext, sansur û kiryarên qeyûm ên li Tirkiyeyê anî ziman û destnîşan kir ku li gel hemû rexneyan jî mecbûrî ye ku aştî bê avakirin.
Tulay Hatîmogûllari got, “Ji me re xwişk û biratiya li ser esasê welatîbûna wekhev lazim e, ne xwişk û biratiya ummetê” û got, “Ev xwişk û biratî divê bibe xwedî statuyeke qanûnî. Garantiya hiqûqê ya welatîbûna wekhev divê misoger bibe. Dixwazim ku hûn zanibin, nêzîkatiya me ya li pêvajoyê di vê çarçoveyê de ye.”
Hatîmogûllari her wiha işaret bi daxwazên Elewiyan ên li ser sîstema perwerdeyê kir û ji bo perwerde zanistî be û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê garantî bibe, bang kir. Hatîmogûllari got, “Pirsgirêkên ku canên me yên Elewî heta niha anîne ziman pirsgirêkên me yên eslî ne, daxwazên wan daxwazên me yên eslî ne.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê destnîşan kir ku divê komar demokratîk bibe û got, “Ya ku îro li Tirkiyeyê herî zêde pêwîstî pê heye, demokratîkbûna Komarê ye, avakirina Komareke demokratîk e.”

