În, 30 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bîlmez: Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, ne qencî ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê dê di 1’ê Mijdarê de li Enqereyê kon vedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ banga navneteweyî ya li Konseya Ewropayê: Divê biryara şênber bê girtin
Rojane

Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ banga navneteweyî ya li Konseya Ewropayê: Divê biryara şênber bê girtin

Ji bo bicihanîna 'Mafê Hêviyê' kesayetên ji 29 welatan nameyek nivîsîn û beriya civîna meha Kanûnê daxwaza bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Ji bo bicihanîna mafê hêviyê yê Rêber Apo û tevlîbûna wî di nava mercên azad de li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk karên li qada navneteweyî têne meşandin derbasî qonaxeke nû bû.

Di çarçoveya kampanya navneteweyî ya “Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” ji Serokatiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re nameyek hate şandin. Li gorî agahiyên ku amadekarên kampanyayê dan, name bi piştgiriya 620 kesayetên ji 29 welatan hate amadekirin.

Di nameyê de ku beriya civîna mafên mirovan a Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya 1-3’ê Kanûna 2026’an hate şandin, hate xwestin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014’an a têkildarî Rêber Apo bi cih were anîn.

Hate ragihandin ku name ne tenê bi rengekî navendî, her wiha ji welatên ku îmzekar lê bûn jî cuda cuda ji Konseya Ewropayê re hatiye şandin. Tê plankirin ku heta civîna Kanûnê bi nûnerên daîmî yên welatên Konseya Ewropayê re hevdîtin bêne kirin.

JI 29 WELATAN SIYASETMEDAR, AKADEMÎSYEN Û PARÊZVANÊN MAFÊN MIROVAN

Li gorî agahiyên ku ji aliyê amadekarên kampanyayê ve hate parvekirin, di nava kesên ku piştgirî dane nameya nû de 58 hilbijartî jî hene. Karê îmzeyê kesayetên ser bi 30 partiyên sivîl, 90 rêxistinên civakî yên sivîl û 16 sendîkayan jî digire nava xwe.

Ji Awûstûrya, Elmanya, Îtalya, Fransa, Belçîka, Danîmarka, Norwêc, Swêd, Swîsre, Spanya, Kanada, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û welatên din siyasetmedar, akademîsyen, hiqûqnas, sendîkavan, nûnerên rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan mohra xwe danîn binê nameyê.

Di nava îmzekaran de xwediyê xelata fîzîkî ya nobelê ya 2022’an Anton Zeilinger, fîlozof Slavoj Žižek, endama Parlamenta Ewropayê Özlem Alev Demirel, ji Îtalyayê Nicola Fratoianni û Maurizio Acerbo, ji  Norwêcê Bjørnar Moxnes, ji Swîsreyê Carlo Sommaruga, ji Swêdê Kadir Kasırga û ji welatê Baskê nûnerê EH Bildu Mertxe Aizpurua jî hene.

Di lîsteyê de her wiha gelek parlamenterên niha û yên berê, endamên meclîsên şaredariyan, hiqûqnas, akademîsyen, nûnerên sendîkayan û nûnerên rêxistinên ku piştgiriyê didin saziyên Kurdan hene.

‘BICIHANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ JI BO SERKETINA PÊVAJOYA AŞTIYÊ DIYARKER E’

Di nameyê de ku ji Serokatiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hate şandin bi sernavê “Li Tirkiyeyê bicihanîna mafê hêviyê ji bo serketina pêvajoya aştiyê diyarker e” hate amadekirin.

Di destpêka nameyê de daxwaza bicihanîna biryara DMME’yê ya têkildarî Rêber Apo û pêkhatina berpirsyariyên Tirkiyeyê yên di çarçoveya koma dozê ya Gurban de hate kirin.

Di nameyê de hate gotin, “Bi navê kampanya navneteweyî ya ‘Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ em bang li  Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên li ser koma dozê ya Gurban û biryara (Hejmara 2) a Ocalan/Tirkiyeyê bike ku Tirkiye mafê hêviyê bi cih bîne.

Kampanya me ya navneteweyî ku 9’ê Cotmeha 2024’an bi beşdariya tevgerên civakî, sendîka, xwediyên xelata Nobelê, hiqûqnas, akademîsyen, rêxistinên jin û ciwanan, saziyê civakî yên sivîl, n ûnerên hilbijartî û derdorên cuda destpê kir ji bo serketina pêvajoya aştiyê daxwaza xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan dubare dike.”

‘DIVÊ PÊŞÎ BÊ VEKIRIN KU OCALAN BI RENGEKÎ ÇALAK BEŞDARÎ PÊVAJOYÊ BIBE’

Di nameyê de hate destnîşankirin ku bicihanîna mafê hêviyê ne tenê meseleyeke hiqûqî ya şexsî ye, ji aliyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve diyarker e.

Her wiha işaret bi rola Rêber Apo ya di pêvajoya muzakereyê de hate kirin û hate ragihandin ku divê mercên karkirinê û ragihandinê yên azad ji bo wî bêne afirandin.

Nameyê bi vî rengî dewam kir:

“Ev yek, ji bo piştgiriya bi bicihanîna berpirsyariyên Tirkiyeyê weke dewletek endamê Konseya Eewropayê û ji aliyê pêşvebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin kêliyeke diyarker e.

Bicihanîna mafê h êviyê ji bo bidawîanîa li rejîma tecrîda giran a 27 sal in li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin û tevlîbûna wî weke muzakerevanê sereke li pêvajoya aştiyê, gava hiqûqî ya bingehîn e ku divê bê avêtin.”

Hate destnîşankirin ku bicihanîna mafê hêviyê ji bo diyarkirina statuya hiqûqî ya Rêber Apo karê sereke ye.

‘CIVÎNA KANÛNÊ FIRSENDEKE DÎROKÎ YE’

Di nameyê de işaret bi girîngiya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya meha Kanûnê hate kirin û hate xwestin, ku pîvanên Konseya Ewropayê yên li qada serweriya hiqûqê û mafên mirovan veguherin biryarên şênber.

Nameyê bi vî rengî dewam kir:

“Civîna Komîteya Wezîran a di Kanûna 2026’an de bê lidarxistin, ji aliyê destnîşankirina serweriya hiqûqê, dilsoziya bi demokrasiyê û mafên mirovan a bi gavên şênber firsendeke girîng pêşkêş dike.

Biryareke xurt a ku piştgiriyê bide bicihanîna mafê hêviyê wê ji Tirkiyeyê re bibe alîkar ku di meseleyên bi vî rengî yên bingehîn de xwe ji rewşa xitimandî rizgar bike û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd wê piştgiriya navneteweyî jî nîşan bide.”

Îmzekaran ji Konseya Ewropayê xwestin ku tenê li bicihanîna biryaran temaşe neke, ji bo Tirkiye berpirsyariyên xwe bi cih bîne mekanîzmayên bi bandor bixe dewrê.

IŞARET BI BANDORA BANGA 27’Ê SIBATÊ HATE KIRIN

Di nameyê de hate ragihandiin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de kir bandoreke girîng li Tirkiyeyê û Herêmê kir û hate gotin, “Vê bangê tevkarî li kêmkirina tundiyê kir û piştî şerê dehan salî di mijara jiyaneke bi hev re ya aştiyane û bi diyaloga demokratîk hêvî jinûve geş kir.

Lê belê ji bo ev hêvî şênber bibin, ji her demê bêhtir pêwîstî bi guhertinên girîng ên li nava welêt û piştgiriya civaka navneteweyî heye.”

‘BÛYERÊN QANÛNÎ BERSIVÊ NADIN BIRYARÊN DMME’YÊ’

Di nameyê de hate ragihandin ku li gel bûyerên hiqûqî yên dema dawî li Tirkiyeyê rû dan, mafên bingehîn ên Rêber Apo hîn jî bi rengekî cidî tê astengkirin û hate gotin, “Hin reformê hiqûqî hatibin kirin jî ji bo demokratîkbûneke rasteqîn têrê nakin û nake ku biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn.

Ya herî girîng jî ev guhertin mercê karkirinê û statuya hiqûqî ya muzakerevanê sereke yê pêvajoya aştiyê nanirxîne. Ev mesele ji bo serketina pêvajoyeke aştiyê ya bedewam, gelekî girîng tê dîtin.”

‘DIVÊ BIRYARA 2014’AN BI RENGEKÎ TAM BI CIH BÊ ANÎN’

Di nameyê de bi vî rengî daxwaza bicihanîna mafê hêviyê hate kirin:

“Ji ber vê yekê em bang li Komîteya Wezîran dikin ku biryara 2014’an a DMME’yê di doza Abdullah Ocalan de da bi rengekî tam bi cih bîne, mafê hêviyê nas bike û bixe meriyetê.

Ev yek ji bo çareserkirina statuya hiqûqî ya Ocalan û tevkariya bi wate ya li çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd gava destpêkê ye ku nebe nabe.”

‘DIVÊ KONSEYA EWROPA RÊGEZÊN XWE VEGUHERÎNE ÇALAKIYA ŞÊNBER’

Di beşa encamê ya nameyê de işaret bi berpirsyariya Konseya Ewropayê ya li ser demokratîkbûn û mafên mirovan hate kirin.

Îmzekaran xwestin, di civîna meha Kanûnê de biryareke vekirî û bi bandor bê dayin û herî dawî gotin, “Konseya Ewropayê ji bo piştgiriyê bide demokratîkbûneke rasteqîn a dewleteke endam bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ye. Em dixwazi ku di civîna Kanûnê de biryareke eşkere û bi bandor werbigire û rêgezên Konseyê veguherin çalakiyê.

Ji bo Abdullah Ocalan bê berdan û karibe bi rengekî bi wate beşdarî pêvajoya aştiyê bibe, bang dikin ku bibe xwedî mercên azad.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NÛÇEYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bîlmez: Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, ne qencî ye!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şavata: Wezîfeya aştiyê êdî li ser milê me hemûyan e!

Derhêner û lîstikvan Ganî Ruzgar Şavata ku kedkarê aştiyê Sirri Sureyya Onder weke 'Ew meşaleya…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê dê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin bike

Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot, ragihand ku ew ê bi Fermandarê Giştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Lehengê rû li ken û wêrek

Şehîd Cesûr li gel kesayeta xwe ya dirust û resen, zelalbûna armanca xwe û hezkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bîlmez: Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, ne qencî ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sozdar Avesta: Ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?