Roja 26’ê Cotmeha 2026’an li lûtkeya çiyayê Çilmêr yê Şengalê bi awayek fermî di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û hikûmeta federal ya Iraqê de entegrasyona demokratîk hat ragihandin. Hat diyarkirin ku wê 4 hezar 165 endamên YBŞ’ê YJŞ’ê tevlî sîstema ewlehiya federal bibin.
Yekser civaka Êzidî bi erênî pêşwazî li vê pêvajoya entegrebûnê kir û bi pêngavek giring binav kir. Dan diyarkirin ku yekem care dewleta Iraqê hêzên parastina Şengalê qebûl dike û wê di siberojê de jî mafên civaka Êzidî di çarçoveya yasa û destura Iraqê de bên naskirin.
Lê di saetên dereng ên şeva borî de Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belavkir û propaganda vegera li peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya ku di navbera PDK’ê, serokwezîrê wê demê yê Iraqê Mistefa Kazimî û dewleta Tirk a bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî çêbûyî de kir.
Li gor wê peymanê, nabe Êzidî ti hêzek wan a xweparastinê hebe û divê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ku di rojên fermanê de hatin avakirin, werin hilewşandin û hebûna wan nemîne. Bi vêre jî xwestin deriyek nû yê jenosîdê li ser civaka Êzidî vekin.
Êzidiyan wê demê ev peyman wek jenosîdek nû ya siyasî pênase kirin. Amade nebûn ku çarenûsa wan bikeve rewşek ku rûbirûyê jenosîd, revandin û kuştinê bibin. Ji ber wê çendê peymanê red kirin û îradeya xwe radestî qederek tarî nekirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de hatiye diyarkirin ku ji bo her lihevkirinekê pêwîste guh li daxwaz û îradeya xelkê Şengalê bi taybetî Êzidiyan were girtin. Lê wezaret wê rastiyê nabîne ku endamên YBŞ’ê û YJŞ’ê zarokên xelkê Şengalê û Êzidîne. Neviyên wan kesanin ku ji ber reva pêşmergeyên PDK’ê ya 2014’an a li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û jenosîdkirin.
Ev jî di demek de ye ku di dema Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an de bi ti rengî nêrîn û îradeya xelkê Şengalê liberçav nehatibû girtin û ne aliyekî di nava peymanê de bûn. Hewla jenosîdek nû li dijî wan hatibû dayîn.

