Sêşem, 27 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Ji bo demokratîkbûna komarê divê gav bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER: Divê girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe
Kurdistan

Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat anî ziman ku ji ber gavneavêtina dewletê di pêvajoyê de "rewşeke rawestînê" heye û destnîşan kir ku ji bo rêveçûna Pêvajoyê divê statuya Rêber Apo fermî bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameya taybet a Medya Haber TV de bersiv da pirsan û asta heyî ya pêvajoyê, têkoşîna azadiyê ya jinan, kiryarên li girtîgehan û bûyerên herêmî nirxand.

25’ê Cotmehê salvegera 34’emîn a şehadeta hevala Bêrîtan e ku di afirandina xeta berxwedanê ya jinê û têkoşîna azadiyê ya Kurd de bi rola xala werçerxê rabû. Şehîd Bêrîtan di sosyolojiya Kurd de guhertineke çawa afirand?

Beriya her tiştî di şexsê Bêrîtan-Gulnaz Karataş û şehîdên meha Cotmehê de şehîdên şoreşê û azadiyê hemîuyan bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Hevala Bêrîtan di nava têkoşîna me de xwedî cihekî gelekî cuda ye. Bi taybetî cihê wê ji aliyê têkoşîna azadiya jinê ve, girîngiya wê gelekî cuda ye. Hevala Bêrîtan sembola xeta berxwedan û azadiyê ye. Di rêxistinbûna jinê, artêşbûna wê de, bi giştî ji aliyê belavbûna têkoşîna jinê li kurdistanê û herêmê ve sekn, kesayetî û bexwedêriya hevala Bêrîtan, sekna wê ya esîl a li dijî hevkarî, nokerî, xiyanet, ferzkirinên teslîmiyetê û xeta teslîmkariyê gelekî bandor kir. Bandora wê ya li ser jinên Kurd hîn zêdetir e. Di afirandina çanda berxwedanê de li Kurdistanê ji xwe çandeke bi vî rengî ya bi kok heye. Di afirandina vê çandê de jinên Kurd xwedî cihekî diyarker e. Hevala Bêrîtan jî hevalek bû ku bi vê çandê mezin bû.

Dema ku xwe gihand têkoşîna PKK’ê bêguman guherîna di kesayetî û têkoşîna xwe de gihand asta herî bilind. Lewma hevala Bêrîtan ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinê û Tevgera Azadiyê ay Kurd ve xetek e. Bir astî jî xeteke azadiyê ye, xeteke berxwedanê ye.

Ji bo ev çanda berxwedanê hîn kûr bibe, bê pejirandin û veguhere xetekê hevala Bêrîtan bi roleke gelekî mezin rabû. Ew helwesta bexwedanê ku li dijî teslîmiyet, xiyanet, xeta hevkariyê nîşan da, ji vî alî ve bêguman rola xwe gelekî xurt e. Bi taybetî bandoreke gelekî mezin li ser civak û jinên Başûrê Kurdistanê jî kir.

DIVÊ JINÊN KURD PÊŞENGIYÊ JI YEKÎTIYA KURD A DEMOKRATÎK RE BIKIN

Bi taybetî li dijî ferzkirinên xiyanet û teslîmiyetê, sekneke gelekî xurt a jinên Kurd afirand. Bandoreke cidî li jinan kir, li civakê kir. Bersiva herî rast a li bîranîna hevala Bêrîtan bêguman li dijî ferzkirinên xiyanet û nokeriyê nîşandana helwesteke berxwedanê ya xurt, sekneke azadiyê, têkoşîneke azadiyê ya xurt e.

Lewma girîng e ev sekn û helwesta berxwedanê bê birêxistinkirin, veguhere hêzeke têkoşînê û bibe jiyan, sîstemeke civakî. Bersiva herî rast û bi wate ya li bîranîna wê ev e. Eger em di vê demê de karibin vê seknê rojane bikin, bersiva herî rast wê bi vî rengî bibe:

Divê jinên Kurd divê li ser vê xeta azadîparêzî û bexwedanê sekna jiyan û rêxistiniyê veguherînin yekîtiya Kurd a azad û demokratîk. Ev gelekî girîng e. Û jinên Kurd dikarin pêşengiyê ji yekîtiya Kurd a demokratîk re bikin.

Bi pêkanîna yekîtiya xwe re li ser bingeha pîvanên azad û demokratîk bi avakirina yekîtiya xwe ya navxweyî divê karibe pêşengiyê ji yekîtiya Kurd a demokratîk re bike. Ev yek ji bo vê serdemê pêwîstiyeke lezgîn e. Lewma bi sekna bi rengê Bêrîtanê divê jinên Kurd karibin pêşengiyê ji vê yekê re bikin.

Bêguman ev yek bi rêxistinbûnê dibe, bi sekna xweparastinê dibe, bi helwesta berxwedanê dibe. Ji ber vê yekê jî xeta jiyanê û têkoşînê ya hevala Bêrîtan mînak e. Ji bo jinên Kurd, ji bo jinan îlhamê dide, wêrekiyê dide. Ji bo mezinkirina rêxistiniyê, mezinkirina xweparastinê, pêkanîna yekîtiya jinê ya demokratîk, yekîtiya jinên Kurd û yekîtiya Kurd a demokratîk bi rastî jî mînakek e.

Hûn rola xeta berxwedanê ya hevala Bêrîtan ji aliyê xeta azadiyê, li nava têkoşîna azadiyê û rastiya sosyolojîk a jinên Kurd çawa dikarin ji bo vê serdemê çawa dikarin binirxînin?

Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd ji xwe li ser vê xetê bi pêş ket. Berxwedana zindana Amedê bi Sarayan destpê kir. Hevala Sara yek ji kadroyên pêşeng ê vê ye. Ji bo jinên Kurd hevala Sara xwedî roleke rêbertiyê ye. Rêberê me got; Sara. Têkoşîna tevgera azadiyê ya jinên Kurd e.

Bêrîtan jî dewama vê xetê ye. Bêguman dewama vê xeta berxwedanê ye. Bêrîtan, Zîlan, Sema, Gulan, Viyan, Şîlan dewama vê xetê ne.

Ev bû çand, kevneşopî, feraset û rêbazekê. Zîhniyeteke nû afirand û têkoşîna li ser vê yekê bi pêş ket bêguman di nava sosyolojiya Kurd de guherîn û veguherînên cidî afirand. Di nava Kurdan de ji aliyê afirandina demokratîkbûnê, çanda azadîparêziyê, çanda wekheviyê, feraseta jiyana wekhev azad a bi hev re ya gelan, di afirandina vê zîhniyetê de bandora vê xetê û vê çandê gelekî mezin e.

Dema ku mirov ji vî alî ve lê dinihêrin bêguman guherîneke gelekî cidî ya sosyolojîk heye. Ev demokratîkbûn, feraseta edalet, wekhevî û azadiyê ya li nava Kurdan, belavbûna vê li nava gelan û afirandina jiyaneke hevpar a bi bawerî, çandên cuda re, ku em ji vê re paradîgmaya neteweya demokratîk dibêjin, bi avakirina jiyaneke demokratîk û azad, avakirina sîstemekê, çandekê û têkoşîna li ser vê xetê, astek derxist holê.

RÊXISTINIYA JINAN, TÊKOŞÎNA HEVPAR WÊ BI DEMÊ RE SÎSTEMA BI SERWERIYA MÊR JI HOLÊ RAKE

Komkujiyên têne serê jinan û bûyerên tundiyê yên li nava civakê niha gihîştiye asteke gelekî bilind. Rojane 2-3 jin têne kuştin. Li gorî bîlançooya meha Îlonê 26 jin û 6 zarok hatin qetilkirin. 10 jin û 6 zarok jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Di vê mijarê de ku tundiya li hemberî jinan zêde bûye, gelo têkoşîna heyî têrê dike? Li hemberî tundiya li dijî jinê divê çi bê kirin, xweparastin divê çawa be?

Tundiya fîzîkî ya li hemberî jinan aliyekî tundiya li dijî jinan e, parçeyekî wê ye. Piralî ye, jin di bin tundiyeke piralî de ne. Tundiya psîkolojîk, tundiya aboriyê, gelek aliyên xwe hene.

Ji xwe çand bi xwe çandeke zayendîperest e, çandeke bi serweriya mêr e, çandeke ji hezaran salî ye. Jiyan li gorî vê hatiye avakirin, jin û mêr li gorî vê hatiye avakirin. Ev yek bandorê li medyayê dike, bandorê li çand û hunerê dike, bandorê li siyasetê, aboriyê dike.

Li ser her aliyên jiyanê çanda zayendîperest û bi serweriya mêr bandorê dike. Ev yek jî li nava jiyanê, li her qada jiyanê bi rengê tundiyê li jinan vedigere. Ev yek bi rastî jî mêtingeriyeke gelekî kûr a li dijî jinan e.

Li hemberî vê yekê bi taybetî di sedsala dawî de hişyarbûneke cidî heye, zanebûnek heye, rêxistinbûnek heye, îradebûnek heye. Û li cîhanê têkoşînek heye ku bilind dibe. Bi rastî jî nakokiya zayend vediguhere nakokiyeke sereke.

Û li her derê piştevaniyeke cidî ya jinê, têkoşîneke hevpar heye. Li dijî sîstema bi serweriya mêr -ku ev yek sîstema modernîteya kaîtalîst a sazîbûyî û kûrbûyî ye, sîstema netewe dewletê ye- bi têkoşîna jinê, bi têkoşîna gelan û hemû dînamîkên civakî sîstema modernîteya kapîtalîst di nava krîzeke gelekî giran de ye.

Zêdebûna tundiya li hemberî jinan, zêdebûna komkujiyên fîzîkî ku gihîştiye asta qirkirina jinê pêwendiya xwe bi vê krîz û kaosa kûr a zîhniyeta sîstema bi serweriya mêr, modernîteya kapîtalîst heye. Ji bo sîstemê li ser piyan bihêle tundiyê zêde dike, tundiyê piralî dike û kûr dike. Li hemberî vê yekê bêguman têkoşîneke xurt a jinan jî heye.

Ji xwe sîstema modernîteya kapîtalîst tê wateya sîstema şer, sîstema tundiyê. Li her devera cîhanê şer heye, li herêmê şer giran bûye, şer li navenda Kuridstanê kûr bûye. Wekî din li ser Kurdan siyaeteke qirkirinê heye. Em dikarin vê yekê bigihînin heta sed salî, zêdeyî sed salî. Dikarin weke demek ji 200 salî bînin ziman. Em bala xwe bidinê, li Kurdistanê gelek komkujiyên li dijî jinan yekser ji aliyê dewletê ve tê kirin.

Weke parçeyek ji êrişên polîtîka û siyaseta qirkirinê ya bi plan û organîzeyî tê kirin. Bi vî rengî ji her alî ve tundî tê kûrkirin. Hişyariyek li hemberî vê heye.

Weke min got, hişyarbûnek, îradebûnek û rêxistinbûn di nava jinan de bi pêş dikeve. Piştevaniyek çêdibe, çalakiyên hevpar, têkoşîna hevpar têne meşandin. Bêguman ev têrê nake.

Divê ev yek hîn bêhtir bê xurtkirin. Ji bo xurt jî bibe pêwîstî bi rêxistinbûnê heye. Divê jin li her derê, li her qada jiyanê rêxistiniya xwe xurt bike. Xweparastinê xurt bike. Xweparastin jî bi rêxistiniyê dibe. Çiqasî xwe bi rêxistin bike, ew rêxistinî jî di heman demê de dibe xweparastina te. Dibe hêza te ya hevpar. Têkoşîneke hevpar, hêzeke têkoşînê ya xurt û sekneke rêxistinbûyî tundiya sîstema bi serweriya mêr, tundiya mêr bi rengekî xwezayî lawa dibe.

Eger ev têkoşîna rêxistinbûyî û xweparastin mezin bibe, wê sîstema bi serweriya mêr hîn bi lez ji hev bikeve. Çanda zayendîperest wê ji holê rabe. Pêwendiya vê yekê bi têkoşîna rêxistinbûyî heye. Ev gelekî gigrîng e. Perwerde, rêxistinî, xweparastin, têkoşîna hevpar a jinan wê sîstema bi serweriya mêr û çanda mêr bi demê re ji holê rake.

DI PÊVAJOYÊ DE REWŞEKE RAWESTÎNÊ HEYE

Di ser destpêkirina pêvajoyê re 2 sal derbas bûn. Weke Tevgera Azadiyê we gavên gelekî mezin û girîng avêtin. Rayedarên dewleta Tirk jî heta astekê daxuyanî dan. Meclîs çalak bû, komîsyonek ava bû. Her wiha qanûn derket. Lê belê weke ku di pêvajoyê de rewşeke xitimandinê heye. Gelo çi diqewime, rewş çi ye?

Di nava 2 salên dawî de Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên gelekî dîrokî avêt. Me li hemberî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî sekinand; ev gaveke gelekî dîrokî ye. Û piştî wê jî bi dorê gelek gav hatin avêtin. Hêzên gerîla yên li nava sînorên Tirkiyeyê hatin vekişandin. Yekîneyên li nava bajaran hatin vekişandin. Şikeftên nêzî sînor, her wiha hinek gelekî dûrî sînor hatin valakirin. Ev yek ji mînakên gelekî şênber e ku samîmiyet, biryardarî û sekna me ya li pêşberî pêvajoyê nîşan dide. Ev gavên gelekî dîrokî ne.

Li hemberî vê yekê ji dewletê gaveke cidî nîne. We gotibû, xitimandinek heye. Dibe ku ji bo niha zû be ku bi vî rengî bê vegotin. Lê belê bi rastî jî rewşeke rawestînê heye. Hûn dikarin ji vê re xitimandin jî bibêjin, lê belê rewşeke asêmayî heye. Sedema vê çi ye? Sedema vê helwesta desthilatdarî û dewletê ye. Li wê eniyê rewşeke rawestînê heye. Gavê neavêje. Ber bi demokratîkbûnê ve gavê neavêje. Zemîna siyasî û hiqûqî nayê amadekirin. Beriya her tiştî vaye rewşa Rêberê me. Hîn jî tecrîd ji holê nehatiye rakirin. Rêberê me nikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe.

Did kongreya fesixkirinê ya PKK’ê de şertê me yê bingehîn ew bû. Me dawî li têkoşîna çekdarî anîn, lê belê ji bo ev yek bikeve meriyetê, ji bo biryarên kongreyê bi cih bê anîn diviyabû Rêber Apo bi rengekî azad ev pêvajo bi rê ve bibira. Diviyabû gavên demokratîk, siyasî, hiqûqî bihatina avêtin. Diviyabû zemîna ku têkoşîna siyaseta demokratîk lê bê meşandin bihatibûya avakirin. Ji bo vê jî diviyabû dewletê sererastkirinên gelekî cidî yên hiqûqî bikira.

Di vê mijarê de pêşketinek nîne. Lewma rewşeke rawestînê heye, rewşeke cemidîbûnê heye ji ber dewletê. Em dikarin bi vî rengî vebêjin.

Herî dawî weke Tevgera Azadiyê we daxuyaniyek da. We got, şikeftên li Metînayê jî hatine valakirin. Piştre jî di çapemeniya Tirk de hate ragihandin ku li Xakurkê, Xinêrê, Garê şikeft hatine valakirin, çek hatine radestkirin. Di nava gelê Kurd de fikrekî welê çêbûye ku dewlet bi nêzîkatiya, divê filan tişt bê kirin, karên ku divê ew bike dinixumîne. Gelo rewşa niha çi ye? Gotinên bi vî rengî ji bo çi têne gotin?

Ev hemû şerê taybet e. Ji ber ku zîhniyet û polîtîkaya dewletê neguheriye, di vê mijarê de gavê nevaêje; bi rojevên bi vî rengî yên cuda hewl dide atmosfereke cuda biafirîne, bi demê bilîze û wextê qezenç bikin.

Ji xwe eger cidî bin, gavê biavêjin, di serî de azadiya Rêberê me zemîna siyasî û hiqûqî ava bike, atmosfera siyaseta demokratîk bê afirandin, derfet bêne naskirin ji xwe Metîna, Xakurkê, Xinêrê li aliyekî wê li hemû qadan gerîla çekê dîne, biçe bi rengekî rêxistinbûyî siyaseta demokratîk bimeşîne. Ji filan herêmê wêdetir, wê ew pirsgirêk ji holê rabe. Eger ev dewlet gavê biavêje, ji xwe wê bi temamî bikeve nava pêvajoyeke welê.

Gavê neavêje. Di helwest û polîtîkaya xwe ya heyî ya neçareseriyê de israr dike, dibe sedem ku rojevên bi vî rengî Yên şerê taybet biafire. Li holê gavek nehatiye avêtin, her roj qadek tê nîqaşkirin, hewl didin atmosfereke cuda biafirînin.

Ev rojevên şerê taybet e. Divê mirov qet guh nedin wan. Pêwîste her kes li dewletê binere. Gavê diavêje yan neavêje? Weke ku min beriya niha got, di halê hazir de rewşeke cemidandinê, rewşeke rawestînê heye. Eger dewlet gavên biavêje ji xwe tiştek namîne. Ew pêvajo wê ji ber xwe ve bimeşe.

EŞKERE YE KU HETA RÊBER APO BI RENGEKÎ AZAD PÊVAJOYÊ BI RÊ VE NEBE GERÎLA GAVEKE BI TENÊ JÎ ÊDÎ NEAVÊJE

Beriya çend rojan Mehmet Ûçûm di gotareke xwe de diyar kiribû ku rol ji Rêber Apo re bê dayin jî di statuya wî ya hiqûqî de wê ti guhertin çênebe. Weke ku ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê nêzî Rêber Apo dibin, tê dîtin. Gelo nirxandinên bi vî rengî tê çi wateyê?

Mehmet Ûçûm nûnerê wê meyla li nava dewletê ye ku di neçareseriYê de israr dike, di polîtîkayên şer û înkarê de israr dike. Bi rastî jî endamekî şerê taybet e. Li Tirkiyeyê, li nava dewletê gelek derdor hene ku xwe ji şer, ji neçareseriyê xwedî dikin. Mehmet Ûçûm jî nûnertiyê ji van re dike, berdevkiya wan dike. Divê mirov bi vî rengî pênase bike.

Rêber Apo rêberê vî gelî ye, îradeya vî gelî ye. Azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd yek e, di nava hev de ye. Heta ku Rêber Apo azad nebe û statuya wî fermî nebe, heta ku Rêber Apo vê pêvajoyê bi rengekî azad nemeşîne, eşkere ye ku gerîla ji niha û pê ve gaveke bi tenê jî neavêje. Ji ber ku nêzîkatiay li Rêberê me nêzîkatiya li Kurdan e.

Bi çi rengî nêzî Rêberê me dibin, bi heman rengî nêzî pirsgirêka Kurd dibin. Eger di mercên azadiyê, di azadiya Rêberê me de pêşketinek tine be, statuya wî fermî nebû be, muxatabiyeke fermî nehatibe çêkirin; ev tê wê wateyê ku dewlet wê bi vî rengî nêzî pirsgirêka Kurd bibe. Wê polîtîkaya neçareseriyê, polîtîkaya înkarê dewam bike. Ev tê wê wateyê. Lewma bêguman berê her kesî, bala her kesî li rewşa Rêber Apo ye.

Nirxandinên bi vî rengî yên Mehmet Ûçûm ên têkildarî Rêber Apo nêzîkatiya li gelê Kurd nîşan dide, nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd radixe pêş çavan. Nîşan dide bê çiqasî di nava nêzîkatiyeke necidî de ye. Bask, derdor, xeta ku ew temsîla wê dike; eger îdîa dike ku bi navê dewletê diaxive, eger bi israr vê yekê dike, hingî di nava dewletê de jî yên di neçareserkirinê de israr dikin hene. Wê hingî bi wî rengî bê fêhmkirin. Mehmet Ûçûm ji aliyekî ve wan mirovan piştrast dike ku nirxandinên bi vî rengî dikin. Eger bi vî rengî bibe bêguman wê pêvajo bi pêş ve neçe. Ev pêvajo wê bi pêş ve neçe. Ji bo ev pêvajo bi pêş ve biçe û bi ser biekve divê statuya Rêberê me fermî bibe. Û Rêber Apo karibe vê pêvajoyê bi rengekî azad bimeşîne. Naxwe nepêkan e ku ev pêvajo bi rengekî serketî bê meşandin.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sonmez: Em di aştiyê de israr dikin

Serokê PEN’a Navneteweyî Burhan Sonmez peyam ji konfransa li Stenbolê re şand û di peyama…

Ji aliyê Stêrk TV

Omer Ocalan behsa hevdîtina bi Rêber Apo re kir

Omer Ocalan, behsa hevdîtina xwe ya dawî ya li gel Rêber Apo kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stockholmê şeva jinan: Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e

Şeva jinan a ku bi dirûşma "Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Cizîrê êrîşên li dijî koçberên Girê Spî şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD‘ê êrîşa li Girê Spî şermezar kir: Ji bo vegera bi ewle divê komîteyek taybet bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?