Şervanên ku didin ser şopa şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) her sal di 25’ê Cotmehê de li çiyayên azad salvegera çalakiya wê ya li dijî xeta xiyanetê bi bîr tînin. Di heman demê de 25’ê Cotmehê roja avabûna artêşbûna jinê ye. Ji ber vê jî gerîla bi taybetî jî gerîlayên jin vê rojê bi kelecaneke mezin pêşwazî dikin. Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya salvegera 34’an a şehadeta Bêrîtan Hêvî hestên xwe anîn ziman.
Gerîlaya YJA Starê Elefterya Gabar Cizîr şehîd Bêrîtan bi hurmet bi bîr anî û got, “Hevala Bêrîtan ji bo me pêşeng û sembola azadiyê ye. Rastiya Rêbertî fêhm kiribû. Ji me re ji hemû jinan re bû mînak. Hevrê Bêrîtan rastiya jin a azad nas kir, li dijî zîhniyeta xiyanetê serî hilda û teslîmiyet qebûl nekir. Dibe ku sal di ser re derbas bû be, lê belê xeta berxwedanê weke mîrate ji me re hişt. Ji ber vê jî em her sal hevala Bêrîtan bi bîr tînin. Ew sembola berxwedan û îradeya jin a azad e. Di kesayetiya şehîd Bêrîtan de me îradeya jin a azad nas kir. Di şexsê wê de me rastiya xwe nas kir. Di kesayetiya Bêrîtan û çalakiya wê de zîhniyeta zayendîperest a ku hêza jinê biçûk dibîne hate şikandin. Vê yekê hêz û moraleke mezin da me. Bi saya wan şehîdan em xeta jina a azad û jiyana rasteqîn nas kir.
Eger jinan îro hêza xwe nas kiribin û rabû bin ser piyan, ev yek bi saya wan pêşengan bûye. Eger jin îro li her qada têkoşînê hene, ev yek bi saya keda şehîdan û Rêber Apo bûye. Rêbertî hêz da me û zemîna pêwîst afirand ku jin îradeya xwe nas bikin, pêşengiyê ji civakê re bikin. Di nava jiyana gerîla û têkoşînê de jin her tim bi rola pêşengiyê radibin. Bi pêşengiya jin ên azad li çiyê berxwedaneke mezin hate kirin. Hevala Bêrîtan her tim ji bo me bû mînak. Ji bo ku di xeta Bêrîtan de xwe ava bikin, têkoşîna xwe xurt bikin û armancên wê pêk bînin em ê her tim têbikoşin.”
‘EM Ê HER TIM XETA BÊRÎTAN JI XWE RE BIKIN ESAS’
Gerîla Bişeng Brûsk Vejîn jî di şexsê şehîd Bêrîtan de şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û got, “Divê em hevrê Bêrîtan her tim bi bîr bînin û jinan hemûyan re bidin naskirin. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîroka têkoşîna azadiyê, mirov pêşengiya hevala Bêrîtan dibînin. Bi taybetî em gerîlayên jin hewl didin ku li ser şopa wê bimeşin. Em ê xeta wê her tim ji xwe re esas bigirin. Ji ber ku ew pêşenga me ye, fermandara me ya leheng e. Ji bo me şensekî mezin e ku li çiyayên azad li ser xeta Bêrîtan têdikoşin û wê bi bîr tînin. Hevala Bêrîtan teslîmiyet red kir û li dijî xeta iyanetê canê xwe danî holê. Ji bo me meşale û pêşenga têkoşînê ye. Hebûna jinên ku di lêgerîna azadiyê de ne û xwedî li navê Bêrîtan derdikevin ji bo me gelekî hêja ye. Em jî weke yên li pey hevala Bêrîtan hewl didin di xeta wê de xwe ava bikin û gavên xurt biavêjin.”

