Li bajarên Dirbêsiyê, Hesekê, Qamişlo û Til Temirê çalakî û xwepêşandanên bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî koçberên Girê Spî hatin lidarxistin.
Xwepêşandêran diyar kir ku êrîşa li dijî koçberên Kurd ên vegeriyane Girê Spî binpêkirina li dijî mafên wan ên rewa yên vegera bo mal û herêmên wan e û got vergera li mal û milkan mafekî resen e nabe were binpêkirin an jî xwedî jê mehrûm bibin.
Xwepêşandêran bang li aliyên eleqedar kir ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî hilgirin, êrîşan sînordar bikin û êrîşkaran hesab bikin, welatiyên vedigerin biparêzin, vegera ewle dabîn bikin û tevahî şêweyên desteserkirina mal û milkan bi dawî bikin.
Şêniyan bang kir ku divê helwesteke zelal li hember van binpêkirinan were nîşandan, piştgiriya koçberan were kirin û xebat li ser xurtkirina edaletê û parastina rûmeta welatiyan were kirin.
Îro koçberên Girê Spî dema vegreriyane bajarê rastî êrîşan hatin fû di avahiya Gerînendetiya Herêma Girê Spî de hatin dorpêçkirin. Li gorî wê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Kobanê malbatên dorpêçkirî ji avahiyê derxistin û veguhastin Kobanê.

