Komîteya Koçberên Girkê Spî êrîşa li dijî Kurdên vegerîne malên xwe şermezar kir û êrişa li dijî ewlehî û mafên rewa yên vegera wan şermezar dike.
Komîteyê diyar kir ku ew bi aliyên eleqedar re ji bo dabînkirina vergera koçberan li mal û milkên xwe hevrêziyê dike û dişopîne, lê van hewldanan heta niha tu encam neanîne.
Di dewama daxuyaniyê de komîteyê destnîşan kir ku li ser daxwaza Gerînendeyê Herêma Girê Spî welatiyên rastî êrîşê hatine vegerîne, divê gerînende berpirsiyariyên xwe li hember van êrişan û parastina wan rake.
Komîteyê bal kişand ser hebûna zêdetirî 100 malbatên Kurd di avahiya Gerînendetiya Herêma Girê Spî de dorpêç bûne, di nava koçberan de jin û zarok jî hene û bang li aliyên eleqedar kir ku bi lez destwerdanê bike, welatiyan ji êrîşan biparêzin.
Komîteyê da zanîn ku her kesê dixwaza vegere Girê Spî, li ser mal û milkê xwe divê serî li komîteyê bide û pê re hevrêziyê bike, da ku vegera wan bi rêxistin bike û bi aliyên eleqedar re bişopîne, şert û mercên guncaw ên ewlehiya wan peyda bike.
Komîteyê bang li aliyên eleqedar kir ku lêpirsîneke cidî û şefaf ji bo van êrişan veke, tevahî berpirsan hesab bike, tedbîrên guncaw ji bo misogeriya ewlehiya welatiyan bigire ku ev binpêkirin dubare nebin, vegera ewle ya koçberan dabîn bike û mafên wan ên rewa biparêze.

