Piştî daxuyandina fermî ya peymana navbera YBŞ û hikûmeta federal a Iraqê, bi amadebûna Cîgirê Serokerkanê Artêşa Iraqê, nûnerên Fermandariya Şengalê û waliyê Mûsilê, li Çiyayê Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Cîgirê Serokerkanê Artêşa Iraqê yê Taybet Elî Sed Serhan di daxuyaniyê de axivî û got: “Îro rojeke dîrokî ye. Bi pêşengtiya Fermandartê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokwezîrê Iraqê birêz Elî Zeydî, merasîma birîna peywendiya leşkerî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û tevlîbûna wan a di nav hêzên ewlehiyê yên Iraqê de bi serkeftî bi rê ve çû. Bi vê gavê, erka parastina ewlehiya herêmê êdî di bin sîwana hikûmeta federal a Iraqê de ye.”
Serhan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser giringiya vê pêngavê û wiha domand: “Bêguman ev gava pîroz encama ruhê niştimanperwerî, xwîna pak a şehîdan û qurbanîdanên qehremanên civaka Êzîdî ye. Berxwedana wan a li herêmê, serkeftineke mezin li dijî terorîstan bi dest xist.”
Li ser navê Fermandariya YBŞ’ê Tîrêj Şengalî jî nirxandin kirin û got: “Îro ji bo me rojeke dîrokî û gava yekeme. Di qonaxên pêş de pêngavên me wê hîn zelaltir bibin. Li gorî peymanê, beşek ji hêzên me dê di nav artêşê de cih bigirin, beşek wê tevlî Polîsê Federal bibin û beşek jî wê di nav Heşda Şebî de bin. Zêdetirî çar hezar şervanên me gav bi gav di nav sîstema ewlehiyê de cih digirin. Hêzên YJŞ’ê jî bi tevahiya endamên xwe ve, di nav sîstema giştî de têne birêxistinkirin. Bi vî awayî, parastina Çiyayê Şengalê wê bi hevkariyeke hevpar di navbera hêzên me û artêşa Iraqê de bibe.”
Di dawiyê de waliyê Mûsilê Ebdulqadir Dexîl axivî û ragihand: “Îro rojeke dîrokî ye ku bi hewldana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokwezîr çêbûye. Ev gava tevlîbûna hêzên YBŞ’ê ya di nav saziyên ewlehiyê yên Iraqê de, bûyereke pir giringe û wê bibe bingeha aramiya Şengalê û tevahiya herêmê.”

