Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Laurent Nunez daxuyanî da BFMTV’ê û îdîa kir ku dawiya hefteyê xwepêşandan bêyî ku bûyerên cidî biqewimin, hatin kontrolkirin. Nunez diyar kir ku tundiya li dijî hêzên ewlekariyê di asteke bilind de bû.
ÇALAKIYÊN XWENDEKARAN DIDOMIN
Li ser çalakiyên xwendekarên lîse û zanîngehê ku nêzî mehekê ye didomin, hikûmetê ragihand ku ew ê pêşniyarên şênber têkildarî daxwazên xwendekaran ragihînin. Ji hikûmetê berdevk Maud Bregeon got, ew ê têkildarî bicihkirina sîstema Parcoursup a li zanîngehê, şert û mercên fîzîkî yên saziyên perwerdeyê û kontenjanên li zanîngehan gavên nû bavêjin.
Sekretera Neteweyî ya Partiya Keskan Marine Tondelier jî piştgirî da çalakiyên xwendekaran û îfade kir ku hêrsa civakî li qadên têkoşînê yên cuda dibe hevpar. Tondelier mudaxileyên li dijî çalakiyan rexne kir û îfade kir ku ji bo komên rastgir polîtîkaya bêcezatiyê tê meşandin.
LI NÎCEYÊ TUNDIYA RASTGIR ÊN TUND
Li bajarê Nîce di dema xwepêşandanên 24’ê Cotmehê de di navbera komên rastgir ên tund û çalakvanan de şer qewimî. Di bûyeran de 3 kes birîndar bûn, 11 kesên endamên komên rastgir ên tund hatin binçavkirin. Têkildarî bûyeran lêpirsîn hate destpêkirin.
GREV Û ÇALAKIYÊN NÛ DIDOMIN
Li Fransayê liv û tevgera civakî di rojên pêş de jî wê bidome. Tê payîn ku Êlek Zer ji bo 31’ê Cotmehê amadekariya çalakiyeke nû bikin û sendika jî 5’ê Mijdarê grevê lidar bixin.

