Îro bi amadebûna bi dehan dayîkên bajarê Kobanê û gundewarên wê, çanda dayîkê ya amadekirian xwarin, çêkirina nan, destar, teşî, meşk, dengbêjiya xerîbê û tiştên folklorî yên girêdayî çanda dayîka Kobanê, hatin pêşkêşkirin.
Dayîka ku nanê tîrê dike ya bi navê Zêneb Xidir, diyar kir ku ew çêkirina nan ji dayîka xwe fêr bûye û got: “Tama nanê tîrê gelekî xweş e, ji ber ked têde heye, ji lewra jî tama wê xweşe. Me berê dew jî dikland, bi meşkê gurmîniya xwe dihat. Nan yek werdigerîne û yek jî dipêje. Me nanê xwe wiha dikir û niha jî hinek mal dikin. Me bi cilê xwe yê koltorî şer, keras û xeftan û çavê me jî kildayî bû û me dewarê xwe didot.”
Yek ji xwarinên sereke yê ku bajarê Kobanê pê tê naskirin Tirşika Holikan e. Ev tirşik di demsala zivistanê de piranî tê çêkirin. Dayîkên Kobanê jî îro di nava Festîvalê de ew xwarin çêkirin û li hemû dayîkên ku li wir amade jî belav kirin.
Dayîka bi navê Nûra Mistefa ku holikan çêdike û dibêje: “Yek ji xwarinên folklorî ya ku Kobanê pê tê naskirin, Tirşika Holikan e. Kobanê jî bi wê xwarinê tê nasîn. Ew xwarin jî tama xwe gelekî cuda ye, ew di werza zivistanê de pir tê çandin; bi nîsk, nok, bilxor û hinek ard çêdibe. Ewil bilxor û ard dikeve nava hev û piştre jî nîsk û nok jî cuda tê kelandin, pêra dimsê îsotan dikeve nava wê û ew dibe tirşika holikan.”
Teşî ku yek ji amûrên sereke bû di her maleke Kurdî de, bi wê dezî dihat çêkirin û bi wî dezî jî gelek kar dihat kirin. Him cil pê dihatin dûritin.
Dayîka bi nave Îslim Qadir dibêje: “Dema ku dayîka min karê ku dizane fêrî me dikir, temenê min 14 salî bû. Sibehê me karê xwe dikir û êvarê jî me dest bi dûrinê dikir. Me perde bi rengekî estetîk û neqşên Kurdî bi deziyê teşiyê didirût. Me boxçe çêdikir, tevin çêdikir û ez wiha gelek karan ji dayîka xwe fêr bûm.”
Bi destar ku jê re dibêjin afrînerê jiyanê, gelek berhemên bi qîmet derdikeve. Dayîka bi navê Bedîa Mihemed Elî wiha got, “Me ewil pale dikir, şelên xwe dikişandin û dûra jî me ew ji hev dixistin. Piştre me ew genim dihêrand û li pey wê jî jê savar û danhûrik derdikeve, bi wê re gêrmî û çîgên bi destên dayîkê tên çêkirin.”

