Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER: Divê girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya ji bo parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin
Rojane

Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin

Ji bo Nedîme Yaklav ku 34 sal in girtî ye û tahliyeya wê cara 7'emîn e tê astengkirin li pêşiya Wezareta Edaletê bangewazî hat kirin û hat xwestin ev bêhiqûqî bi dawî bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji bo Nedîme Yaklav a girtî ya 34 salî ku tahliya wê cara 7’emîn hate astengkirin, li pêş Wezareta Dadê çalakî hat lidarxistin û xwestin ku dawî li sepanên keyfî bê anîn. Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê, di hefteya çaremîn a çalakiyên xwe yên li dijî astengkirina tahliyeya girtiyên jin bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê, li pêş Wezareta Dadê kom bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de, rewşa girtiya 34 salî Nedîme Yaklav ku tahliya wê cara 7’an hate astengkirin, hat rojevê. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de, “Em li dijî astengkirina tahliya girtiyên siyasî li nobetê ne” pankart hat vekirin, her wiha dowîzên bi wêneyên girtiyên jin ên ku tahliya wan hatibû astengkirin hatin hilgirtin.

Nesîl Çîfçî ku li ser navê platformê daxuyanî da, bal kişand ser hincetên astengkirina tahliya Nedîme Yaklav û got: “Tevî ku di girtîgehê de xebatên civakî û werzîşî yên têr nîn in, ti kursek nayê lidarxistin û xebatên werzîşî mehê carekê tên kirin, nîşandayîna nebeşdarbûna Nedîme Yaklav a van çalakiyan wek astengiya tahliyeyê nayê qebûlkirin. Taloqkirina azadiya girtiyan li ser derfetên ku saziyê pêk neanîne, ne hiqûq e, zilmek e.”

Nesîl Çîfçî, anî ziman ku di dema ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk dihat axaftin, polîtîkayên zext û cezakirinê zirarê didin hêviyên aştiya civakî û demokratîkbûnê jî. Çîfçî destnîşan kir ku li gor daneyên OHD’ê aşkera kirine, di sê mehên dawî de tahliya 90 girtiyan hatiye astengkirin. Wî anî ziman ku di nav van girtiyan de yên zêdeyî 30 salan di girtîgehê de ne û girtiyên nexweşên giran jî hene û got, “Tahliya kesên ku şert û mercên qanûnî bi cih anîne û mafê tahliya bi şert bi dest xistine, bi hincetên keyfî û bê bingehên hiqûqî tê taloqkirin û hiqûqa înfazê li amûrekî cezakirinê tê veguherandin.”

Nesîl Çîfçî anî ziman ku girtîgeh nikarin li derveyî pêvajoya aşitî û demokratîkbûnê bên hiştin û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Bila dawî li astengkirina azadiya girtiyên ku mafê tahliyeyê bi dest xistine, bi hincetên keyfî bê anîn. Divê binpêkirinên mafan, muameleya xerab û sepanên înfazê yên cudakarî yên li girtîgehan bi dawî bibin. Qanûna înfazê, divê ne li ser esasê cezakirinê be; divê bi fêmkirineke ku rûmeta mirovan, mafê jiyanê, wekhevî û azadiyê biparêze, ji nû ve bê rêxistinkirin. Berî her tiştî divê astengiyên li pêş azadiya hemû girtiyên ku tahliya wan bi awayekî neqanûnî hatiye taloqkirin, bi taybetî Nedîme Yaklav, bên rakirin.”

Piştî daxuyaniyê, Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Mehmet Siddik Akin jî bal kişand ser binpêkirinên mafê tenduristiyê yên di girtîgehan de. Akin diyar kir ku ji ber dayîmîyên wek muayeneya bi kelepçe, lêgerîna dev û lêgerîna tazî, mafê tenduristiyê di girtîgehê de di bin dorpêçê de ye û got, “Berî her tiştî divê hemû girtiyên nexweş ên ku nikarin di girtîgehê de bimînin, bi taybetî yên nexweşên giran, tavilê û bê derengî bên tahliyekirin. Saziya Tiba Edlî divê ji yekane mercîtiyê bê derxistin, divê raporên nexweşxaneyên zanîngehê yên tam teşekkûl û saziyên tenduristiyê yên serbixwe wek bingeh bên girtin. Divê dawî li lêgerînên rûmetşikên bên anîn, gihîştina tedawiyê divê bê lezkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koçberên Girê Spî rastî êrîşê hatin
Nûçeya Pişt re Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi hêvî ber bi azadiyê ve: Rêwîtiya meşa berxwedanê ya jinan li ser rêya Enqereyê ye

Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan diyar kir ku daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji YE û Îngilistanê ji Rûsyayê re pêkanînên êrîşên sîber

Yekîtiya Ewropayê (YE) û Îngilistanê bi hinceta ku li Ewropayê êrîşên sîber kirine têkildarî Rûsyayê…

Ji aliyê Stêrk TV

NÇR / Ewropa: Divê hemû partiyên siyasî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin

NÇR / Ewropayê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER: Divê girtiyên nexweş bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?