Qanûna Çarçoveyê ya li Desteya Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin, di dengdana vekirî de bi 468 dengan hate erêkirin, bi 88 dengan hate redkirin û 6 dengên dudil jî hatin dayîn. Bi vî rengî pêşniyar li Desteya Giştî bi piraniya erêkirina dengan bû qanûnî. Piştî civîna Desteya Ewlekariyê ya Millî, qanûn wê li ser Rojnameya Resmî were weşandin û piştre bikeve meriyetê. Yek ji şahidên erêkirina qanûna 6 mehî û rewşa piştre, Parlamenterê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Vezîr Parlak e. Parlak atmosfera li Meclîsê û kêliyên dîrokî ji ajansa me re nirxand û got, “Pêvajoya ji vir û şûnde avakirina civaka demokratîk e.”
‘DUBARENEBÛNA ÊŞAN, HER KESÊ KÊFXWEŞ DIKE’
Parlak diyar kir ku heta roja îro ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi deh hezaran kesan têkoşîna siyaseta demokratîk meşandine û destnîşan kir ku piraniya wan kesan jiyana xwe danîn holê, tevî sirgûn û girtîgehan jî ev têkoşîn meşandin û ev mîrate ji berê ve dewam dike. Parlak ev tişt bilêv kir, “Tişta ku me ji tevgerên din cuda dike ew e ku em yek ji tevgerên herî bi îstiqrar û bi rûmet ên dîrokê ne. Dîroka me ya têkoşînê bi kêliyên dîrokî dagirtî ye û di heman demê de em şahidên van kêliyên dîrokî ne. Pêşniyara qanûna çarçoveyê ya li Meclîsê derbas bû jî, dikare wiha were nirxandin. Me êşên mezin jiyan kirine. Dubarenebûna van êşan, her kesê kêfxweş dike.”
‘EV PÊŞNIYAR PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NAKE’
Parlak anî ziman ku gelê Kurd bi salan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd têkoşiya û di vê pêvajoyê de berdêlên giran da û diyar kir ku li ser pêşniyara qanûna çarçoveyê rexne jî hene. Parlak ragihand ku ji destpêka pêvajoyê û vir ve Abdullah Ocalan bal dikêşe ser girîngiya rola parlamentoyê û got, “Di heman demê de divê bi siyasîbûnê re qanûnên entegrasyona demokratîk di vê parlamentoyê de bikeve meriyetê. Pêşniyara qanûnê pirsgirêka Kurd çareser nake. Derfetê pêşkêşî Kurdan dike ku bi diyalog û muzakereyê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
‘DIVÊ STATUYA BIRÊZ OCALAN WERE NASKIRIN’
Parlak destnîşan kir ku maddeyên qanûnê têrker nîn in û got, “Her kes dizane ku Birêz Ocalan pêvajo aniye vê qonaxê. Weke gel em statuya Birêz Ocalan daxwaz dikin.”
Parlak bal kişand ser civîna Desteya Ewlekariyê ya Millî (MKG) jî û diyar kir ku ji bo pêşniyara qanûna çarçoveyê bikeve meriyetê wê amadekariyên dawî bên kirin.
‘PIŞTÎ HEMÛ MEKANÎZMA HATIN AVAKIRIN, WÊ SERLÊDANÊN FERMÎ BÊN WERGIRTIN’
Parlak ragihand ku piştî civîna MKG’ê divê Serokkomar biryarê erê bike û biryar di Rojnameya Resmî de were weşandin. Parlak got, piştî vê yekê qanûn wê bikeve meriyetê. Parlak diyar kir ku ji bo pêvajo dirêj nebe, hewldan didomin û wiha pêde çû, “Wê desteyeke koordînasyonê ya girêdayî Serokkomariyê were avakirin û girêdayî vir wê têkildarî mijarên pêwîst du desteyên din jî bên avakirin. Her wiha li Meclîsê jî wê koordînasyoneke şopandinê were avakirin. Dema ku hemû mekanîzma hatin avakirin û amadekarî hatin kirin, di heman demê de wê serlêdanên fermî jî bên wergirtin. Yên bixwazin ji pêşniyara qanûnê sûd werbigirin, wê rasterast weke şexsî yan jî bi rêya parêzerê xwe yê wekalet teslîm kirî bikare serlêdan bike. Ji ber ku qanûn bi dem e, divê ev dem baş were nirxandin.”
‘WÊ BI GEL RE CIVÎN BÊN LIDARXISTIN’
Parlak diyar kir ku di demek nêz de ew plan dikin li qadê bi hezaran civînan lidar bixin û got, komîsyona rêxistinbûnê wê di nava çend rojan de giştînameyekê bişîne. Parlak îfade kir ku di çarçoveya amadekariyên civînan de li gelek bajaran civîn hatin lidarxistin.
‘PÊVAJOYA JI VIR Û ŞÛNDE AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK E’
Parlak anî ziman ku têkildarî qanûna çarçoveyê ew jî xalên netêrker dibînin û got, divê ev qanûn weke gava destpêkê were nirxandin. Parlak wiha got, “Weke navê xwe, ev Qanûna Çarçoveyê ye. Piştî ev qanûn kete meriyetê, ji bo gavên din ên qanûnî û siyasî bên avêtin wê muzakere dewam bikin. Birêz Ocalan jî di peyamên xwe de behsa nexşerêyekê dike. Piştî ku zemînê vê gava ewilî bi saxlem hate avakirin, wê ji bo gavên din jî derfet çêbibin. Divê em têkoşînê dewam bikin. Pêvajoya ji vir û şûnde, pêvajoya avakirina civaka demokratîk e.”

