Li gundê Hîzawa yê nehiya Derkarê ya Zaxoyê, jineke 20 salî li mala xwe bi çekê hate kuştin.
Cenazeyê jinê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Zaxoyê.
Li gorî çavkaniyên polîsan ên Zaxoyê, hêzên polîsan têkildarî bûyerê 2 gumanbar binçav kirin.
Polîsan der barê kuştina jinê lêpirsînek da destpêkirin.

