Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê dê di 1’ê Mijdarê de li Enqereyê kon vedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star: Îradeya azadiyê ya jinan nikare bê tepisandin
Jin

Kongra Star: Îradeya azadiyê ya jinan nikare bê tepisandin

Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinan li gel polîtîkayên darvekirinê jî dewam dike û got, "Em ê bi dewamî îradeya rêxistinbûyî ya jinan biparêzin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Îlon 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya salvegera 4’emîn a Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di sala çaremîn a Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de, di şexsê Jîna Emînî û Şiler Resul ku di destpêka vê berxwedana dîrokî de şehîd bûn, em hemû şehîdên xwe yên ku di riya azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Rêya ku wan vekir, îro li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi têkoşîna azadiyê ya jinan û gelan re berdewam dike mezin dibe. 
Jin, Jiyan, Azadî tenê sloganek nîne, felsefeya jiyana azad e. Ev têgihiştin ku azadiya jinê dixe bingehê azadiya civakê; bi esasgirtina îradeya jinê, hêza wê ya rêxistinkirî û xweparastinê nîşan da ku jiyaneke nû gengaz e. Ji ber vê yekê Jin, Jiyan, Azadî îro ne tenê zimanê têkoşîna hevpar a jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye, lê bûye zimanê hevpar ê jinên li çar aliyên cîhanê ku li azadiyê digerin. Rejîma Îranê jî li hember vê îradeya jinan bi kûrtir kirina polîtîkayên zordestiyê, girtinê û îdamê bersiv dide. Têkoşîna jinên ku li zîndanên Evin, Qerçak û zîndanên din berxwedanê dikin, dengê jiyana azad e li dijî siyaseta tirsê ya rejîmê. Em Paxşan Ezîzî, Werişe Muradî, Bita Hemmatî, Arghavan Fallahi û hemû jinên ku bi tehdîda îdamê re rû bi rû ne silav dikin; û dibêjin ku em ê bîranîna Arezoo Rastad û hemû jinên ku hatine îdamkirin di têkoşîna xwe de bijînin. Berxwedana wan berxwedana me ye. Zordariya li ser jinan û komkujiyên jinan jî rûyekî din ê heman zihniyeta baviksalar e. Em bi şexsê Nilûfer Mecavir de hemû jinên ku di encama êrişên zihniyeta serdestiya mêran de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û têkoşîna xwe li dijî komkujiyên jinan û hemû cureyên serdestiyê yên li ser bedena jinê mezin dikin. Em rejîma Îranê di serî de û hemû pergalên ku zihniyeta olî û baviksalar dikin amûra serdestiyê li ser jinan û civakê, red dikin. Pêşveçûnên ku di sala dawî de li Îranê rû dane nîşan didin ku rejîm, li şûna firehkirina qada rewayiya civakî û çareseriya demokratîk, berê xwe daye zordestiyeke zêdetir. Destwerdanên li jiyan û bedena jinan, polîtîkayên cilê zorî, kriminalîzekirina rêxistinkirina jinan û azadiya ragihandine, girtinên siyasî û belavkirina îdaman parçeyên heman zihniyetê ne ku hevûdu temam dikin. Bi taybetî veguherandina cezayê îdamê bo amûrekî tirsandin û teslîmkirinê li dijî protestokaran, muxalifên siyasî û jinên berxwedêr, nîşan dide ku rejîm li şûna avakirina têkiliyek demokratîk bi gel re, hewl dide bi zordarî û tundiyê li ser lingan bimîne. Lê zêdebûna zordariyê nîşan nade ku rejîm hêzdartir bûye; nîşan dide ku tirsê wê ji îradeya civakî mezin bûye. Tevî berxwedana jinan a ku salan dom kiriye, nermkirina dîsa tund a polîtîkayên cilê zorî, dagirtina zîndanan bi girtiyên siyasî û zêdekirina daragahan daxwazên gel ji holê ranake; berevajî, dûriya di navbera rejîm û civakê de hîn kûrtir dike. Li Îranê jin tevî hemû zordariyan dev ji îradeya xwe ya ku li ser jiyan, beden û siberoja xwe xwedî gotin bin bernadin. Di sala pêncemîn a Jin, Jiyan, Azadî de êdî pir zelal e ku tu pergaleke teokratîk nikare îradeya azadiya jinan heta hetayê bitepisîne. Ji ber ku gava jin carekê hay ji îradeya xwe dibe, vegerandina wê dîsa bo bindestiyê ne gengaz e. Hêza bingehîn a ku li hember rejîma Îranê û hemû pergalên teokratîk û baviksalar ên wek wê bilind dibe jî ev e: jinên ku rêxistin dibin, hişyar dibin û dixwazin li ser jiyana xwe xwedî gotin bin. Ji ber vê yekê têkoşîna me tenê li dijî polîtîkayên rejîmekê nîne. Têkoşîna me têkoşîna avakirina jiyaneke azad e bi rizgarkirina jinê ji serdestiyên dewletê, mêran, ol û desthilatê. 

Çar salên Jin, Jiyan, Azadî careke din nîşan dan ku zordarî nikare îradeya gelan bişkîne, zîndan nikare ramana azadiyê bike zindî, daragah nikare têkoşîna jinan rawestîne. Gelê Îranê, bi taybetî jin, tevî hemû zordariyan dev ji meşa azadiyê bernedaye. Îro her dengê jinê yê ku bilind dibe, di dîwarên tirsê yên ku rejîm ava kiriye de şikestinek nû vedike. Wek Kongra Star, em berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê wek berxwedana xwe dibînin; girêdana xwe bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, şoreşa jinan û têkoşîna jiyana azad re careke din dubare dikin. Em ê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin, bibin dengê jinên di zîndanan de û li dijî îdam û her cure zordariya li ser jinan têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê li kêleka berxwedana jinan a ku ji Rojava ber bi Rojhilatê, ji Rojhilata Navîn heta çar aliyên cîhanê belav dibe bimînin; û em ê parastina jiyana azad, civaka demokratîk û îradeya rêxistinkirî ya jinan bidomînin.

Jin, Jiyan, Azadî!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Nûçeya Pişt re Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Saziyên sivîl ên navneteweyî: Li Xezeyê rewşa mirovî hîna ‘karesat e’

Oxfam, Save the Children û Refugees International ragihand ku tevî 6 meh li ser plana…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê cezayên giran li 14 mamosteyên Kurd birî

Meclisa Mamosteyên Sineyê ragihand ku 14 mamosteyên Kurd bi cezayên giran ji aliyê Wezareta Perwerdeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê ji bo Veysel Guney hatin ba hev

Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Veysel Guney hatin ba hev ku piştî darbeya 1980’an…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Fransayê biryara demboriya li ser sûcên êrîşên zayendî hat rakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Giliyê birîna daran a li Gabar û Bestayê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li DYE’yê generalekî payebilind ji wezîfeyê hate dûrxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?