Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Du karên zanistî yên cuda ku li Elmanyayê hatin weşandin, mezinahiya nifûsa Kurdan, polîtîkayên penaberiyê û nijadperestiya li dijî Kurdan nirxand. Ji sedî 86,7 ê beşdarên li Munchenê ragihandin ku di nava 12 mehên dawî de li cihêkariyê rast hatin.
Xwendekaran nerazîbûn nîşanî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê dan ku perwerdeya bi zimanê Kurdî bi sê dersan sînordar dike û gotin, wê dest ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bernedin.
Tûncay Yilmaz civîna li Kolnê ya bi beşdariya 25 saziyan nirxand û got, yekîtiya nû ya ku tê xwestin bê avakirin, wê di navbera têkoşîna civakî ya li Ewropayê û têkoşîna aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê de bibe pirek.
Pêvajoya dîrokî ya ku Şengal tê de derbas dibe, îradeya diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Şengalê û jiyana wekhev a bi civaka Iraqê re datîne holê, her wiha avakirina paşerojeke hevpar, bingeha aştî û aramiyê jî diafirîne.

