Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Mekkeyê di Komîsyona Karên Derve ya Meclisê de derbas bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrtê şehîd hatin bîranîn: ‘Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikûmetê – II

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re
Rojane

Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

Civaknas Nazan Ustundag diyar kir, ku entegrasyona demokratîk ne tenê pênaseyeke hiqûqî ye, di heman demê de pêvajoya têkoşînê û rêxistinbûna civakî û got, "Entegrasyona demokratîk qet nayê wateya yekbûna bi dewletê re."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” re têgîna entegrasyona demokratîk bû yek ji sernavên girîng ên nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd. Têgîn di çarçoveya perspektîfa civaka demokratîk a Rêber Apo de ji aliyê hiqûqî, siyasî û civakî ve tê nîqaşkirin.

Civaknas Nazan Ustundag ku li bajarê Zurich ê Swîsreyê beşdarî Konferansa Entegrasyona Demokratîk a Akademî Kurd bû, mijar ji ANF’ê re nirxand.

 

Nazan Ustundag anî ziman ku entegrasyona demokratîk weke pêvajoyeke hem hiqûqî hem jî civakî tê nirxandin û diyar kir ku Kurd ne tenê li qada siyasî, di heman demê de li gelek qadên jiyana rojane li derveyî qanûnê hatine hiştin. 

Ustundag diyar kir ku entegrasyona demokratîk bi rêya rêxistinbûna civakî û nîqaşan dikare bê pêşvebirin û got, “Bêguman aliyekî vê yê hiqûqî heye. Ji aliyê hiqûqî ve aliyê xwe yê naskirin û wekhevîbûnê heye. Lê li aliyê din ev dem di heman demê de pêvajoyeke welê ye ku civaka Kurd li ser xwe, derdên xwe û rê û rêbazê ketina nava hiqûqê gotinê hilberîne.

Ev yek jî bi rêxistinbûna civakî dibe. Bi nîqaşên civakî, parvekirina çîrokan, veguherandina vê yekê bi rengê daxwazan, carna jî bi hilberandina alternatîfan, veguherandina li qadên alternatîf û jiyana alternatîf dibe. Ez weke pêvajoyeke bi vî rengî ya dualî fêhm dikim. Bawerim tişta ku em bi rengê dualî ya pêvajoya civaka demokratîk û dewleta demokratîk pênase dikin ev e.”

Nazan Ustundag destnîşan kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên ji aliyê dewletê ve bêne avêtin û rêxistinbûna demokratîk a civakê divê ji hev cuda werin nirxandin û got, sistbûna li qada dewlet a demokratîk divê têkoşîna civakî bi sînor neke.

‘ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK NAYÊ WATEYA YEKBÛNA BI DEWLETÊ RE’

Civaknas Nazan Ustundag anî ziman ku entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Entegrasyona demokratîk ti carî nayê wateya yekbûneke bi dewletê re. Ji ber ku ji xwe em zanin ku di navbera dewlet û civakê de nakokiyên sereke hene, di navbera dewlet û civakê de timî rageşiyek heye. Lê belê hewldana me ya di vê pêvajoyê de wê diyar bike ku rageşiya navbera dewlet û civakê wê bi kîjan amûran bê vegotin.

Ev têkoşîn heta niha bi giranî bi aktora qada çekdarî pêk hat. Bêguma civak her tim çalak bû lê belê divê civak hîn bêhtir bê aktîfkirin, ev jî bi wê eykê dibe ku di nava vê têkoşînê de civak hîn bêhtir bibe aktor û ji A heta Z bikeve nava liv û tevgerê. Ez ji vê têkoşînê entegrasyona demokratîk fêhm dikim.”

Ustundag ragihand ku entegrasyona demokratîk divê tenê weke têkoşîneke bi civaka Kurd sînorkirî neyê dîtin û anî ziman ku beşên civak yên civakî yên li Tirkiyeyê bi heman pêvajoyên dervehiştin û neqanûnîkirina bi heman rengî re rû bi rû ne.

Nazan Ustundag destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê di navbera derdorên cuda de qadên têkoşînê yên hevpar bêne avakirin û got, “Dema ku ev hate kirin, bêguman divê tifaq bêne avakirin, têkilî bê danîn û ji jêrê ve tifaq bêne afirandin. Li Tirkiyeyê ne tenê Kurd weke qaçax tê dîtin. Gelek mirov, gelek derdor weke qaçax hate nîşandan. Ev yek dikare nuqteyeke hevpar biafirîne.”

‘BÊYÎ DEWLETÊ Û BI DEWLETÊ RE’

Nazan Ustundag destnîşan kir ku di navbera têkoşîna civakî ya bêyî dewletê û pêkanîna veguherîna siyasî û hiqûqî ya dewletê de dijberiyeke mecbûrî nîne û anî ziman ku di encama têkoşîna civakî de dewlet neçar ma ku hin guherînan qebûl bike.

Nazan Ustundag got, “Yanî bêyî dewletê û bi dewletê re. Bi dîtina min di vir de herdu jî îllehî li dijî hev nîne. Ji ber ku dema mirov li gel nebûna dewletê tevbigere, bi salan dît ku dikare dewletê bîne nuqteyekê.”

Civaknas Nazan Ustundag diayr kir ku entegrasyona demokratîk weke pêvajoyek ji veguherîna hiqûqî û têkoşîna civakî dikare bê nirxandin û got, “Lewma mirov dikare herduyan bi hev re bifikirin. Lê belê armanca me divê fêhmkirina xwe, temsîlkirina xwe û afirandina gotina xwe bi rengekî demokratîk be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ZURÎCH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Endonezyayê nîqaşên li ser Jineolojiyê

Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Jineolojiyê li Endonezyayê bi çalakiyekê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îngilistanê Festîvala Jinan a Zîlan bi coş hate lidarxistin

Bi sedan kes beşdarî 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan a li Îngilistanê bûn û peyama…

Ji aliyê Stêrk TV

Civaknasê Îranî: Banga Abdullah Ocalan dikare girêka li Rojhilata Navîn veke

Civaknasê Îranî Farhad Khosrokhavar bi peyamekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Peymana Mekkeyê di Komîsyona Karên Derve ya Meclisê de derbas bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?