Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan piştî encamên hilbijartinên Swêdê teqez bû, ji Seroka Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Magdalena Andersson re peyameke pîrozbahiyê şandibûn.
Magdalena Andersson a ku xebatên avakirina hikûmetê dimeşîne ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re nameyek şand.
Nameya ku ji hêla Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hat parvekirin wiha ye:
“Ji bo name û pîrozbahiyên ku we li ser navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan şandiye, spasiya we dikim. Encamên hilbijartinê pir nêzîkî hev bûn û di vê serdemê de pêwîstî bi sebir, diyalog û biryardariyê heye. Ji bo edaleta civakî û wekheviya derfetan dixebite -ku ev ew îdealên ku hûn diparêzin- ji bo avakirina hikûmetê çi ji destê me tê em dikin.
Di serdemeke ku dijberbûnî zmde dibe de, divê em nîşan bidin ku demokrasiya sosyal dikare ji bo mirovên ji rêzê encaman bide û dema ku em vê dikin divê em li dijî hêzên ku dixwazin me parçe bikin alternatîfeke rasteqîn pêşkêş bikin. Em qîmeteke gelekî mezin didin dostaniya xwe ya bi DEM Partiyê re. Em bi daxwazên we yên aştî, edalet û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re di nava hevgirtinê de ne û em bi kelecanî li bendê ne ku hevkariya xwe hem di asta dualî de hem jî bi rêya platformên me yên navneteweyî yên hevpar xurtir bikin.”

