Endamên Platforma Saziyên Demokratîk a Erzîromê, Kenan Altûn ê çend roj berê hate berdan li Balafirgeha Erzîromê pêşwazî kirin.
Li gel nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî malbata Altûn jî tevlî pêşwazîkirinê bû.
Altûn bi kulîlkan hate pêşwazîkirin û ji bo biçe gundê xwe yê Kaxkikê yê ser bi Xinûsê bi rê ket.

