Şahiya ku li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê piştî nîvro hate lidarxistin, di saetên êvarî de jî bi tevlîbûna şêniyên wargehê, endam û rêveberên saziyên civakî berdewam kir.
Di şahiyê de wêneyên Rêber Apo hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di saetên şevê de şahiya dom kir Komên Muzîkê ya Çand û Hunera Mexmûrê derketin ser dikê û stranên şoreşgerî û yên gelêrî pêşkêş kirin.
Şahî bi dirûşman dawî bû.

