Li bajarokê Dêrgul ê Şirnexê 5 ciwanên ku bi hinceta tevli çalakiya duh a li dijî qutkirina ceryanê ya ku 7 roj in qutkiriye hatibûn binçavkirin hatin girtin. 5 ciwanên ku bi îdiaya “zirar danemalê giştî” hatin binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê yên li qereqola cendirmeyan a li bajarokê sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin.
Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her 5 ciwan sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kirin. Ciwan piştî îfadeyên li dadgeriyê hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

