Şêniyên bajarê Til Temirê bi meşeke girseyî êrîşa li ser koçberên Girê Spî şermezar kir û bang li hikumeta veguhêz kir ku berpirsiyariyên xwe yên parastina koçberan, mal û milkên wan û dabînkirina vegera wan a ewle bo malên wan kir.
Meş ji rêya M4 dest pê kir, heta bi Çerxerêya Qendîlê ya li têketina başûrê bajêr çû. Li wir meş veguherî mîtîngê, mamoste Hebûn Dawûd axivî, êrîşa li dijî koçberan, mal û milkên wan şermezar kir û got ew binpêkirina nirxên mirovî û mafên mirovan e û divê parastina wan were peydakirin, êrîşkar werin cezakirin û tedbîrên dubarenebûna êrîşan werin girtin.
Hebûn banga parastina aştiya navxweyî, redkirina xîtaba nefretê û tehrîdkirinê û xurtkirina hevgirtinê di nava gelên herêmê de kir û anî ziman ku parastina koçberan, rûmet, mal û milkên wan berpirsiyariyee mirovî û exlaqî ye.
Li aliyekî din jî rêveberê Partiya Çep a Kurdî Îsmaîl Ferhan jî got êrîşa li ser koçberên Girê Spî rola hikumeta veguhêz di parastina wan de dixe cihê pirsiyariyê.
Ferhan diyar kir ku koçber bi hêvî ne vegerin mal, gund û xaka xwe, lê êrîşên li dijî wan selametî û vegera wan tehdîd dikin û ji hikumeta veguhêz daxwaz kir ku bi erkên xwe rabe.
Ferhan destnîşan kir ku pêwîstî bi avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk a li ser bingeha jiyana hevbeş heye, her wiha bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û çareyên siyasî dûrî tundî, derxistina fitne û parçebûnê.
Kombûn bi teqeziya hevgirtina bi koçberên Girê Spî re û daxwaza misogeriya vegera wan a ewle bo malên wan bi dawî bû.

