Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku welatîbûn bi feraseteke ku ziman, nasname, çand, bawerî û fikrê her kesî bi wekheviyê tê garantîkirin dikare temam bibe. Hate destnîşankirin ku Tirk, Kurd û gelên din bi hemû komên baweriyan xwediyê wekhev ê welêt in.
Di peyamê de hate gotin, “Paşerojeke demokratîk tenê bi jiyaneke hevpar a ku em hemû lê xwedî mafê wekhev ê gotin û biryardanê ne, dikare ava bibe. Tirkiyeyeke welê pêkan e ku jin lê wekhev be, kedkar ewle be, ciwan bi hêvî bin û hiqûq ji bo her kesî derbas bibe. Komara Demokratîk ew komar e ku kes ne mecbûr e bişibe kesî, hurmet ji îradeya gel re tê nîşandan.”
Hevserokên DEM Partiyê diyar kirin ku fikrê damezrîner ê komarê hêja ye, lê belê ji bo karibe bersivê bide pêwîstiyên vê demê divê nû bibe û gotin, “Ji mewzûatê heta bi mîmariya sazîbûyînê dema ku em li her qadê pîvana demokratîk esas bigirin, hingî wê komar bibe zemîna welatekî aram.”

