Di daxuyaniya Komîsyonên Bajar û Hawirdorê ya Baroyan de hate ragihandin ku ji ber birîna daran a di navbera 20’ê Nîsanê û 29’ê Tîrmeha 2025’an û piştî wê de, serî li serdozgeriyên komarê yên Sêrt û Şirnexê hatiye dayin.
Di serlêdanê de li gorî îdîayên li ser birîna daran a bêusûl, veguhestina berhemên daristanê bi rengekî qaçax û alîkariya ji vê yekê re, ji bo lêpirsîn li hemberî wezîfedarên cemaweriyê yên erkdar û kesên dar birîne bê destpêkirin daxwaza vekirina dozê hate kirin. Her wiha hate xwestin ku li cihên birîna daran û depokirinê lêkolîn bê kirin û delîl bêne tespîtkirin.

