Di serdanê de Hevseroka Amedê ya DBP’ê Rûçem Vefa Elyakût û nûnerên saziyên ekolojiyê axivîn.
Rûçem Vefat Alyakût diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna şêniyên taxê ku ji bo parastina xaka xwe dimeşînin û got, wê nehêlin ku herêm bê talankirin.
Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê Sabrî Kiliç jî anî ziman ku proje bêyî erêkirina gelê herêmê tê meşandin û destûr ji gundiyan re nayê dayin ku çêrgehên xwe bi kar bînin.
Platforma Saziyên Demokratîk ragihand ku wê pêvajoya hiqûqî bişopînin û piştgiriya ji bo têkoşîna şêniyên taxê dewam bikin.

