Ji bo projeya “Tesîsa depokirina enerjiyê û santrala enerjiyê ya rokê ya Zenkar 2” biryara “ÇED erênî” hate dayîn. Li dijî vê biryarê, pêvajoya hiqûqî dewam dike. Lê dema ku xebatkarên şîrketê bi cenderme û leşkeran re kete qada projeyê, çalakiya nobetê ya şêniyên taxê didome.
Jinên ku nobet dewr girtin, ji qada nobetê heta herêma ku şîrket lê xebat dike, bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan. Leşkeran pêşî li jinan girt. Jinan pankarta “bila gundê me nebe qurbanê sermayeye” vekirin û bi berzkirina dirûşmeyan vegeriyan qada çalakiyê.
Nobeta jinan dewam dike.

