Rêxistinên navçeya Gimgim ên DBP û DEM Partiyê li dijî projeya JES’ê li Qada Kox di çarçoveya pêvajoya hiqûqî de stand danî.
Hevserokê Navçeyê yê DBP’ê Azîz Oral daxuyanî da û diyar kir ku proje tenê ne ji bo xwezayê, di heman demê de ji bo qadên jiyanê yên xelkê herêmê û hebûna çandî jî xeter e.
Oral ji bo keşfa 2’yê Mijdarê banga tevlîbûnê kir û got, divê her kes xwedî li qadên xwe yên jiyanê derbikeve.

