Li Rojhilatê Kurdistanê barana zêde bû sedema rabûna lehiyê. Lehiyê bandor li qadeke berfireh a li bakurê Ûrmiyeyê kir. Herî zêde navçeyên Selmas û Makûyê kete bin bandora lehiyê.
Li gundê Kaniyan ê navçeya Selmasê ji ber lehiyê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes winda bûn û 6 kes jî birîndar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dan zarokeke 10 salî û mêrekî 63 salî bûn, ku cenazeyên wan piştî lêgerîneke demdirêj hate dîtin. Lêgerîna li 2 kesên winda jî dewam dike.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji herêmê re hatin veguhestin. Li gundên ku lehiyê bandor li wan kir, mirov ji malên xwe hatin veguhestin.

