Yek ji navên sembol ên têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê Bêrîtan (Gulnaz Karataş), di 25’ê Cotmeha 1992’yan de li Başûrê Kurdistanê bi sekna xwe ya fedaî ku li hemberî îxanet û teslîmiyetê nîşan da, dîrok nivîsî. Bêrîtan a ku li ber kendalê azadî hilbijart, veguherî sembola vîna azadiyê û biryardariya têkoşînê ya jinan.
Yek ji fermandarên YJA Starê Şerda Mazlûm, jiyan, kesayet û berxwedana Bêrîtan nirxand û diyar kir ku xeta wê ya berxwedanê îro jî berpirsyariyên mezin dide ser milan.
Şerda Mazlûm diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê li şûna nîqaşan gavên şênber werin avêtin û bal kişand ku azadiya gelê Kurd û jinan hîn jî di bin xetereyê de ye. Şerda Mazlûm got, “Hêza herî mezin û xurt a têkoşînê, civaka birêxistinkirî û bîrewer e” û destnîşan kir ku divê jin torên xwe yên xweparastinê xurt bikin û civak rêxistinên xwe pêş bixe.
ÇALAKIYA BÊRÎTAN DI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DE MÎLADEK E
Şerda Mazlûm diyar kir ku çalakiya fedaî ya Bêrîtan di dema ku pêk hatî de ji bo gelê Kurd û jinan xala werçerxêneke girîng e û got ku jiyana azad tenê bi berxwedaneke mezin pêkan e.
Şerda Mazlûm anî ziman ku çalakiya Bêrîtan yek ji kevrên bingehîn ên şoreşa Kurdistanê û exlaqê azadiyê ye û wiha axivî: “Wekî jin û Kurd, naskirina me ya azadiyê û meşîna me ya bi wê re ne hêsan bû. Bi ked, hewldan û têkoşîneke bêsinor hat afirandin. Çalakiya fedaî ya hevrê Bêrîtan jî di dema ku pêk hatî de ji bo gelê Kurd û jinan bû îlhameke jiyanê û ev rastî derxist holê ku pêkanîna jiyana azad tenê û tenê bi berxwedaneke mezin pêkan e.”
Şerda Mazlûm diyar kir ku çalakiya Bêrîtan li hemberî îxanet û teslîmiyetê vîna jina azad nîşan daye û got ku wê berpirsyariya gel û dirokekê hildaye ser milên xwe û bi hewcedariyên pêşengtiyê re tevgeriyaye.
Şerda Mazlûm bal kişand ser karekterê dîrokî yê çalakiya Bêrîtan û wiha got: “Çalakiyên dîrokî yên ku dem, cihê rast û encamgirtina civakî di nav xwe de digihînin hev, bi van taybetmendiyên xwe ji çalakiyên asayî vediqetin û dibin ruh, dibin xetek. Aştî û çalakiya hevrê Bêrîtan bixwe jî bi van taybetmendiyên xwe re ruh e û xetek e.”
Şerda Mazlûm destnîşan kir ku berxwedana Bêrîtan di têkoşîna jinan de birêxistinbûn û berdewamiyê pêş xistiye û anî ziman ku ev têkoşîn bi derbasbûna demê re ber bi artêşbûna jinan ve çûye.
MÎRATEYA BÊRÎTAN NASNAMEYA JINA AZAD E
Şerda Mazlûm da xuyakirin ku Bêrîtan bi sekna xwe peyamek girîng daye gelê Kurd û jinan û got ku nirxên ku ji aliyê yên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne hatine afirandin, di bîra civakî de mayînde ne.
Şerda Mazlûm anî ziman ku berxwedana Bêrîtan bandor li ser bi sedan jin û mêrên ciwan kiriye û diyar kir ku Bêrîtan li hemberî xeta neteweperest-şovenîst hişmendî kûr kiriye û biryardariya berxwedanê xurt kiriye.
Şerda Mazlûm derbarê mîrateya Bêrîtan de van nirxandinan kir: “Keça serhildêr a Dersimê û rûmeta me ya azadiyê Bêrîtan, bi jiyana xwe re jî bi şehadeta xwe re jî bû destan. Qêrîna azadiyê ya Bêrîtan ya li ber kendalê, ji Başûrê Kurdistanê heta metropolên Tirkiyeyê li her derî, her kesî, bi sedan keç û kurên ciwan pêça. Bi Bêrîtan re, li hemberî xeta neteweperest-şovenîst hişmendiya me kûrtir bû, em zêdetir bi azadî, serîrakirin û berxwedanê ve hatin girêdan.”
Şerda Mazlûm destnîşan kir ku di kesayetiya Bêrîtan de sadebûn, dirûstbûn, wêrekî û lêgerîna wateyê derketine pêş û got ku sekna wê ya li hemberî îxanet û teslîmiyetê kûrahî daye têkoşîna azadiya jinê.
Şerda Mazlûm diyar kir ku divê xeta Bêrîtan îro jî bê esasgirtin û got, “Bi xeta Bêrîtan re ji nû ve birêxistinkirin û pêşxistina têkoşînê, dê bibe gaveke dîrokî ku serkeftinê biafirîne û jiyan, jin û mêrên ku hewcedariya azadiyê pêş bixin ava bike.”
ARTÊŞBÛNA JINAN BI TÊKOŞÎNA AZADÎ Û WEKHEVIYÊ RE PÊŞ KET
Şerda Mazlûm ezmûna 33 salan a artêşbûna jinan ku li ser bingeha xeta berxwedana Bêrîtan pêş ketiye nirxand û diyar kir ku yekîneyên azadiya jinan li Kurdistanê tenê wekî hêzeke leşkerî nehatine birêxistinkirin.
Şerda Mazlûm bilêv kir ku li Kurdistanê artêşbûna jinê armancên xwe yên îdelojîk diyar kiriye û bi vî rengî pêş ketiye û got, “Hîna ji destpêkê ve yekîneyên me yên jinên azad pêşketina xwe ya nasnameya neteweyî di wateya mutlaq de girêdayî xeta azadiyê kiriye û di hemû pêvajoyên xwe yên pêşketinê de jî ev yek esas girtiye. Lewma di nava têkoşînê de jî li dijî îdeolojiyên paşverû, kevneşopî û desthilatdariyê her tim têkoşiya.”
Şerda Mazlûm anî ziman ku dîroka desthilatdariyê her çendî hewl bide dîrok û çanda jinê di bîra civakî de tune bike jî, dîroka jinê wê her tim zindî be û destnîşan kir ku jin çiqas dîroka xwe bizane, hîn zêdetir wê gavan ber bi azadiyê ve bavêje.
Şerda Mazlûm anî ziman ku dirûstî, cesaret û lêgerîna wateyê li cem fermandar Bêrîtan pir diyarker e û ragihand ku têkoşîna azadiya jinê bi kevneşopiyeke têkoşînê ya wiha mezin bûye.
Şerda Mazlûm diyar kir ku detayên serketin û azadiyê di karakterê Zîlan û Bêrîtan de ye û got, “Divê em bi dilê xwe têkoşîna wan bimeşînin û wan rast fêm bikin. Eger wisa bû, hingî em ê bikarin azadî û serketinê mîsoger bikin.”
YJA STAR DI XWEPARASTINA CIVAK Û JINAN DE ROLEKE GIRÎNG DILÎZE
Fermandara YJA Starê Şerda Mazlûm piştre bal kişand ser destkeftiyên tecrûbeya 33 salan û ev yek anîn ziman: ‘’Li Kurdistanê yekîneyên jinên azad tu caran bes weke hêzeke leşkerî nehatin birêxistin. Heya armanca avakirina artêşbûna jinan jî weke avakirina cîhaneke bê artêş hate binavkirin. Cîhaneke bê artêş; tê wateya cîhaneke ku lê serwerî, newekhevî û bêedaletî tune ne. Gerîlabûna jina azad, armanckirina avakirina prototîpa jiyana azad e. Hêzên me yên parastinê yên jinan ên Kurdistanê, hêzeke wisa ye ku di serî de weke hêza garantiya nirxên têkoşîna 33 salan, Rêbertiya me, şehîdên me û gelê me xwebirêxistin dike. Hêzeke ku xwe li ser van egeran birêxistin dike, beriya her tiştî divê berpirsiyariya vê ya giran, fedekariya wê û berpirsiyariya wê ya wijdanî bi kûrahî bijî.
Helbet li gel van yekan wê ev berpirsiyarî herî baş çawa werin bicihanîn, divê ji bo vê yekê çi were kirin; girêdayî van hêmanan divê kûrbûnek hebe. Ji aliyê hêzên me yên parastinan jinan ve bi awayê herî bi hêz şîrovekirina siyasî û leşkerî ya pêvajoyê û li hemberî vê yekê afirandina bersivên bihêz xwedî wateyên dîrokî û rojane ne. Rêbertiyame timû tim rolên mezin dane hêzên parastinê yên jinan ên Kurdistanê. Ji ber vê yekê serkeftin, deyne me yê jiyanê ye. Milîtaniyeke ku li hemberî bendewariyên gelê me, Rêbertiya me û pêvajoyê dizane bersivên rast biafirîne, di bin fermana paradîgmaya civaka demokratîk de di pozîsyona prensîba sereke ya bi awayekî hişmendî û têkoşeriya rast bicihanîna erk û berpirsiyariyên pêvajoyê de ye. Dema ku bi vî rengî li nêzî Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk bûn wê mohra serkeftinê li çarenûsa Kurdan û jinan bê xistin û wê ti hêz nikaribin li pêşiya vê yekê bibin asteng.”
Şerda Mazlûm diyar kir ku Rêber Apo perspektîfa xwerêxistinkirinê û şêwazê meşandina gerîlatiya jina azad daye Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd û got, “Îdeolojiya azadiya jinê, zanista jin-jiyanê Jineolojî li Kurdistanê di encama dîrok, ked, lehengî û zanebûna gerîlatiya jinên azad de pêş ketiye. Her wiha Rêber Apo li Kurdistanê gerîlatiya jinên azad a ku bi kedeke mezin, hewldan û berxwedanê tê meşandin, bi tecrûbe û zanista perspektîfê hîn şênbertir kiriye. Rêbertiya me di salên 1990’î de ji bo perspektîf û zanista jinê pêş bixe, çavkaniyeke girîng afirandiye. Wisa ku Rêbertiya me civakîbûn pêş xist. Bi zanebûna van berpirsyariyên dîrokî û rojane weke gerîlatiyên jin divê em wezîfeyên xwe yên di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jinûve bidin naskirin.
Hêzên parastinê yên jinên azad li Rojava û Şengalê hatine pêşxistin, divê mîna her demê di vê demê de jî li dijî her cure bêedaletî, newekhevî û bêmafiyê rabe. Divê li dijî sîstema ku her tiştî jehrî dike; weke îdelojîk, civakî û siyasî li rêyên parastinê bigere û bi rêbazên dewlemend û afirêner torên xweparastinê bihûnin.”
Şerda Mazlûm destnîşan kir ku tevî pêvajoya aştî û Civaka Demokratîk jî gef û planên êrîşan ên li hemberî gelê Kurd û jinan hîna bi dawî nebûne û îfade kir ku tevî 2 sal li ser pêvajoyê re derbas bûne jî, hîna ji bo demokratîkbûnê gavên pir cidî nehatine avêtin.
Şerda Mazlûm anî ziman ku civaka Kurd divê hebûn û azadiya xwe garantî bike û got, gelê Kurdistanê û jin divê ti carî bêyî xweparastin nemînin.
Şerda Mazlûm ragihand ku gelê Kurd û jin divê di qada felsefîk, sosyolojîk û polîtîk de formasyoneke hîn xurttir bi dest bixe û tarzekî têkoşînê ya li ser bingehê tevgera quantumîk, berfireh, afirêner û dînamîk esas bigire. Şerda Mazlum got, “Gerîlayên me yên YJA Starê ne tenê hêzeke çekdar û şerker e. Tevgereke ku jin û mêr, nêrînên ref-netewperestî bi aliyên herî kok lêpirsîn dike. Di nava tevgera me de jin fêr bûye ku çawa bêyî mêr bijî, di şert û mercên herî zehmet de têbikoşe, jiyana xwe rêxistin bike, li ser lingên xwe bisekine û ji bo azadiya xwe têbikoşe.”
Şerda Mazlûm bilêv kir ku weke milîtanên têkoşîna azadiyê ew divê xwedî bîreke pir xurt bin û got, “Divê em bi ruhê heval Bêrîtan li ser xeta berxwedanê ber bi pêş ve biçin û ji her demê zêdetir xwedî li pêvajoyê û wezîfeyên xwe derbikevin.
Di nava 30 salan de em xwedî dîrokeke zindî û afirêner in. Her roja borî wateyek tevlî vê dîrokê dibe. Li kudera cîhanê bêmafî û bêedaletî hebe, YJA Star wê hebûna xwe bidomîne. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wezîfeya herî esas ew e ku jin torên xwe yên parastinê xurt bikin. Ev pêvajoya ku ji aliyê Rêbertî ve hatî pêşxistin, gaveke dîrokî û stratejîk e. Teqez divê bersiveke rast ji bo vê gavê were dayîn.”

