Rêveberiya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ji ber tengaviya global û zêdebûna buhayê dîzelê bang li welatên Ewropayê kir ku rezervên xwe yên stratejîk pêşkêşî bazarê bikin.
Wezîrê Xezîneyê yê DYE’yê Scott Bessent 1’ê Cotmehê daxuyanî da û diyar kir ku hevkarên wan ên Ewropî divê sozên ku dane bi lez bi cih bînin û rêjeyeke hîn bêhtir pêşkêşî bazarê bikin. Bessent îdîa kir ku tengavî û kêmaniya dîzelê ya global divê barê li ser cotkar, ajokar û kargehên DYE’yê sivik bike.
Wezîrê Enerjiyê yê DYE’yê Chris Wright jî ragihand ku Ewropa dikare tevkariyê li kêmkirina buhayê sotemeniyê yê global bike. Wright anî ziman ku beriya zivistanê bi rengekî koordîneyî stokên dîzelê divê pêşkêşî bazarê bêne kirin.
ZEXTA TAYBET LI SER FRANSA Û ELMANYAYÊ
Li gorî Reutersê ku nûçeya xwe dispêre sê çavkaniyan, Washingtonê bi taybetî ji Fransa û Elmanyayê xwestiye ku rezervên xwe yên dîzelê yên ji bo rewşa lezgîn tavilê ji bikaranînê re vekin. Hate ragihandin ku eger ev daxwaz bi cih neyê anîn dibe ku DYE firotina dîzelê ya ji bo Ewropayê qedexe yan jî kêm bike.
Li gorî Reutersê, rêveberiya DYE’yê ji Yekîtiya Ewropayê xwestiye ku di nava şeş mehan de nêzî 120 milyon waîl dîzelê pêşkêşî bazarê bike.
Trump jî li ser pirsên rojnamevanan li Dallasê got, dibe ku ew ji welatên Ewropayê bixwaze ku rezerên xwe yên dîzelê yên stratejîk pêşkêşî bikaranînê bikin.
Rêveberiya DYE’yê bi vî rengî dixwaze hem ji Ewropayê hîn bêhtir sotemenî li cîhanê belav bibe hem jî buhayê dîzelê yê li nava DYE’yê kêm bibe.
Komîsyona Ewropa bi welatên Yekîtiya Ewropayê re li ser nêzîkatiyeke hevpar dixebitin ku bersivê bidin vê daxwaza DYE’yê. Hate ragihandin ku nûnerên Fransa, Elmanya, Îtalya, Îrlanda, Îngilistan û Komîsyona Ewropayê roja Pêncşemê ji bo vekirina ji bikaranînê re ya rezervên dîzelê hevdîtin kirin.

