Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêber Apo dest pê kiribû gihîşt asteke girîng. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, der barê krîza aborî ya li Tirkiyeyê, nêzîkatiya desthilatdariyê ya li ser pêvajoyê, statûya Rêber Apo û nîqaşên ku dê li Meclîsê werin kirin de ji ANF’ê re nirxandin kirin.
‘ABORIYA TIRKIYEYÊ YEK JI PÊNC ABORIYA HERÎ QURFBAR ÊN CÎHANÊ YE’
Temellî, bal kişand ser bihayên sotemeniyê yên ku van rojên dawî li Tirkiyeyê zêde bûne, krîza fonê û xizaniya kûr û diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê xwedî avahiyeke qurfbar e. Temellî, wiha axivî:
“Aboriya Tirkiyeyê aboriyeke qurfbar e. Di cîhanê de yek ji pênc aboriyên herî qurfbar in. Ev qurfbarî bi tu awayî bi dawî nabî. Gelek sedemên vê hene. Ji bilî pirsgirêkên avahîsaziyê, pirsgirêkên rêveberî û sazumaniyê jî hene. Bandora rewşa siyasî jî li ser aboriyê pir zêde ye. Ji ber vê yekê, aboriya qurfbar domdarî krîzan hildiberîne. Hişmendiya talanê jî ji bilî van krîzan dibe sedema talan û xespên mezin.
Parçekî mezin ê aboriya Tirkiyeyê derveyî qeydan e. Di nav vê de aboriya reş û gewr jî heye. Tirkiye hewl dide aboriyeke ku bi bêkariya zêde, enflasyona bilind û faîza bilind li ser piyan bimîne. Her wiha ji bo hêvî û pirsgirêkên civakî jî çareserî nayê dîtin. Ji vê perspektîfê dema ku em dinêrin, krîza fonê ya dawî ne mijareke ku mirov lê matmayî bimîne.”
Temellî, diyar kir ku AKP’ê bi salan e li ser desthilatdariyê ye û anî ziman ku krîzên aborî yên dişibin vê berê jî çêbûne. Temellî, destnîşan kir ku rêveberiya aborî ya desthilatdariyê di derketina van krîzan de xwedî rolekî mezin e.
‘HIŞMENDIYA ABORIYA ŞER TÊ PARASTIN’
Temellî, anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî mezin û avahîsazî yên aboriya Tirkiyeyê aboriya şer e û diyar kir ku gava ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî avêtin û hewirdora siyasî ya ku avakiriye ji bo Tirkiyeyê derfeteke pir mezin çêkiriye. Temellî wiha domand:
“Di aboriyê de pirsgirêka avahîsazî ya herî girîng ev e ku aborî bûye aboriya şer. Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Gava ku Rêber Apo avêtî, inîsyatîfa ku girtî û hewirdora siyasî ya ku afirandî pir girîng e. Dema mirov ji derve ve lê binêre, mirov dibîne ku ev ji bo Tirkiyeyê derfeteke pir mezin e. Ji ber ku Tirkiye bi saya vê pêvajoyê dikare siyaseta xwe û aboriya xwe asayî bike.
Di butçeya 2027’an de bandora pêvajoyê nayê dîtin. Li hemberî me desthilatdariyeke ku hê jî hişmendiya aboriya şer dimeşîne heye.”
‘MESELE HÊ JÎ WEKE TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ TÊ DÎTIN’
Temellî, diyar kir ku heke çavkaniyên ku ji şer re tên veqetandin ji bo aboriyê bihatana bikaranîn wê aboriya Tirkiyeyê bihêz bibûya û axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Kêm zêde salê zêdetirî 40 milyar dolar çavkanî ji bo şer tê veqetandin. Mimkun e ku ji van du par ji sê paran ji bo qadên din re were veguhastin. Ev jî nêzîkî 20-25 milyar dolarî dike. Ev miqdar dikare bibe çavkaniyeke girîng ji bo başbûna aboriya Tirkiyeyê. Lê belê ev nehat tercîhkirin. Tevlî hemû derfetên girîng ên pêvajoyê jî di vê mijarê de gav nayên avêtin. Ji ber ku desthilatdariyeke ku hê jî mîna têkoşîna li dijî terorê li meseleyê dinêre û siyaseta xwe li ser vê hişmendiyê dimeşîne heye.”
‘DIVÊ DEMOKRASÎ Û ABORÎ DIGEL HEV BIMEŞIN’
Temellî, anî ziman ku pirsgirêkên aborî ji demokratîkbûnê cûda nayên destgirtin û diyar kir ku dema di siyasetê de demokrasî tune be di aboriyê de jî bertîl û gendelî zêde dibe. Sezaî Temellî got:
“Beriya her tiştî ev desthilatdarî ji demokrasiyê dûr disekine. Heke di siyasetê de demokrasî tune be di aboriyê de jî berjewendî û xwarin zêde dibe. Pêwîst e em bibînin ku ev herdû qad bi hev ve girêdayî ne. Siyaset çiqas demokratîk bibe, aborî jî ewqas demokratîk dibe. Demokratîkbûna aboriyê, tê wateya dabînkirina edaletê di aboriyê de. Lê belê ev desthilatdarî ji vê direve. Li hemberî me desthilatdariyeke ku ne di siyasetê de û ne jî di aboriyê de xwedî hişmendiya demokrasiyê ye, heye. Di aboriyê de qada rant û talanê tê afirandin.”
Temellî, der barê îhaleyên giştî, bikaranîna çavkaniyên budçeyê û aboriya derveyî qeydan de jî axivî û anî ziman ku di navbera ranta aborî û ranta siyasî de peywendiyek heye. Temellî, diyar kir ku neheqiya di belavkirina dahat û serwetê de jî yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê ye.
‘MESELEYA KURD DIVÊ BI AWAYEKÎ DEMOKRATÎK BÊ ÇARESERKIRIN’
Temellî, nêzîkatiya li hember meseleya Kurd, bi pirsgirêkên aborî û siyasî ve girêda û van tiştan got:
“Tevî pêvajoya ku em tê de ne jî, hê jî bi hişmendiya ewlehiyê nêzî çareseriya demokratîk a meseleya Kurd dibin. Ji aliyê din ve ji bo têkoşîna li dijî gendelî, talan û aboriya rantê jî tu bernameyeke başkirinê nayê sepandin. Em dikarin ji vir bibînin ku nêzîkatiya li ser meseleya Kurd bi pirsgirêkên aborî û siyasî ve girêdayî ye. Desthilatdarî di tu mijarî de naxwaze çareseriyê hilberîne.”
‘TIRKIYE HÎNA BI FERASETA MÊTINGER NÊZÎ ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ DIBE’
Temellî, diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê tevî pêvajoya dewam dike jî hîna bi feraseta mêtinger nêzî erdnîgariya Kurdistanê dibe û ev tişt diyar kir:
“Tirkiye hîna bi feraseta mêtinger li erdnîgariya Kurdistanê dinêre. Tirkiye hem herêmê û hem xwe demokratîk bike, bi hev re bibe hêzeke aborî, eger netewa demokratîk bikeve dewrê, aboriya Tirkiyeyê wê xurt bibe.”
Temellî têkildarî krîza fon a di dema dawî de jî axivî û got, divê geşedanên di nava saziyên banka, xezîne û wezareta maliyeyê de bi rengekî berfireh bên nirxandin.
Temellî diyar kir ku nêzî 550 hezar bandor bûne û behsa hejmareke ku gihiştiye 950 milyar lîre tê kirin. Temellî îfade kir ku ji bo têkoşîna li hemberî nelirêtî û rantê, divê di asta siyasî de jî gav bên avêtin.
‘PÊVAJO DIVÊ BIBE SIYASÎ Û CIVAKÎ’
Temellî destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê tenê bi sernavê ewlekariyê neyê nirxandin û wiha pêde çû:
“Ji roja ewilî ve me hewl da vê pêvajoyê bikin siyasî û civakî. Ji ber ku desthilatdarî jî bi aqlê dewletê tevdigere, timî meseleya Kurd li qadeke ewlehîparêz, burokratîk û milîtarîst teng dike. Serketina herî girîng a pêvajoyê înîsiyatîfa ku Rêber Apo nîşan dayî ye. Pêvajo kir siyasî. Û ji roja ewilî ve got, divê ev bibe civakî. Got, ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’. Jixwe sernavê manîfestoyê meseleyê ji me re dibêje.”
Temellî diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê ji pêvajoyê sûd werdigire û senaryoyên hilbijartinê çêdike û got, ev nêzîkatî nediyariyan jî bi xwe re tîne.
‘MECLÎS DIVÊ DEMILDEST BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ’
Temellî bilêv kir ku bi vebûna Meclîsê re ji bo pêvajo pêş bikeve, divê lijne demildest dest bi xebatê bikin û ev tişt got:
“Beriya her tiştî ev pêvajo divê bi rengekî tendurist pêş bikeve. Ji bo vê jî li Meclîsê divê lijne demildest kom bibin, bixebitin û beşekî qanûna prosedur bixin dewrê. Piştî ew kete dewrê jî divê di Qanûna Înfazê, Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê û Qanûna Ceza ya Tirk de guhertin û sererastkirinên pêwîst bên çêkirin.
Piştre divê ji bo demokratîkbûnê di qanûnên diyar de gav bên avêtin. Em ê van hemûyan kengê bikin? Divê em di nava salekî de bikin. Bêyî van tiştan hilbijartin nabe çare, divê her kes fêm bike.”
‘DIVÊ TAVILÊ ŞERT Û MERCÊN RÊBER APO YÊN JIYAN Û XEBITÎNÊ WERIN SERERASTKIRIN’
Temellî diyar kir ku rêya sereke ya ku pêvajo bigihîje çareseriyeke mayînde û demokratîk ew e ku şert û mercên Rêber Apo yên jiyan û xebitînê tavilê werin sererastkirin û ev yek anîn ziman:
‘’Tekane rêya ku pêvajo bigihîje çareseriyeke demokratîk ew e ku şert û mercên Rêber Apo di çarçoveya daxwazên wî de tavilê werin sererastkirin ku Rêber Apo sermuzakerevanê pêvajoyê ye, aktorê sereke ye, di vê mijarê de înîsiyatîf standiye û çareserî peyda kiriye. Heya ev yek nebe nabe. Ev yek ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn.
Divê siyaset êdî bi cidî nêzîkî vê yekê bibe û di vê mijarê de zêdetir dereng nemîne. Desthilardarî, nikare bi hincetan ji berpirsiyariyên xwe bireve. Berovajî wê, divê li dijî aliyên hincetan diafirînin berpirsê peydakirina çareseriyê ye. Neçar e ku ya hewce bike.’’
‘DIVÊ RÊBER APO BI RÊKÛPÊK LI GEL TEVGERA XWE HEVDÎTINAN LI DAR BIXE’
Sezaî Temellî piştre anî ziman ku divê Rêber Apo li gel rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd bi awayekî rêkûpêk hevdîtinan li dar bixe û got:
‘’Ji hevdîtina Rêber Apo ya li gel tevgera xwe xwezayîtir tiştekî din tune ye. Ji ber ku tevger çekan deyne û ev biryar heye. Jiberwê yekê jî divê hevdîtin bi awayekî baş û birêkûpêk werin kirin. Ji destpêkê ve ye em vê yekê dibêjin. Em ê ji niha û pê ve jî bibêjin.
Beriya her tiştî jixwe statuya kesekî din, statuya hiqûqî û statuya siyasî nayê nîqaşkirin. Êdî diyar e. Bi saya wê statuyê û înîsiyatîfê em roja îroyîn dikarin qala van tiştan bikin. Lê belê statuya hiqûqî û ji bo bicihanîna rola ku di vê pêvajoyê de bilîze, daxwaza me helbet bi awayekî bêyî nîqaş azadiya Rêber Apo ye. Di vê mijarê de tu kes cudatir nafikire, DEM Partî jî.’’
‘HEYA PÊVAJO PÊŞ NEKEVE QANÛNA BINGEHÎN A NÛ JÎ NAYÊ ÇÊKIRIN’
Sezaî Temellî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên têkildarî Qabûna Bingehîn a nû, diyar kir ku nabe Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ji nîqaşên têkildarî Qanûna Bingehîn a nû cudatir were dîtin û got:
‘’A niha heya ku ev mesele pêş nekeve wê çawa Qanûna Bingehîn were çêkirin? Hûnê Qanûneke Bingehîn a ku Rêber Apo înîsiyatîf nestandiye, çawa çêkin? Ma hûn dikarin Qanûneke Bingehîn a dûrî pêvajoyê çêkin? Ma hûn dikarin pêvajoyê deynin aliyekî û bibêjin ku bila ew bi rêya xwe biçe lê belê werin em li vir Qanûneke Bingehîn a nû çêbikin? Serok çi dibêje? Dibêje ku ‘Divê Kurd daxilî hiqûqê bibin.’
Gelo daxilbûna ji hiqûqê re ma nayê wateya cihgirtina di nava hiqûqê de? Ma di Qanûna Bingehîn de ne bûyîna hemwelatîbûna wekhev e? Qanûna Bingehîn ne neçar e ku Tirk, Kurd binivîse? Lê belê dikare vê yekê bibêje: Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê ne. Xwedî mafên emwelatîbûna wekhev in. A niha tiştekî bi vî rengî. Lê belê li Qanûna Bingehîn ya roja îroyîn binêrin, bes ji bo Tirkan hatiye çêkirin. Tu kesên din û civakên din nagire nava xwe.’’
‘NABE KU ROLA RÊBER APO YA DI PÊVAJOYÊ DE WERE PAŞGUHKIRIN’
Temellî diyar kir ku gelê Kurd û Rêber Apo wê di nava pêvajoya çêkirina zagona bingehîn de bin û îfade kir ku nîqaşên hilbijartinê jî divê nekevin pêşiya hilbijartinê. Temellî nirxandina xwe wiha temam kir:
“Niha pêvajo wisa dewam dike, nabe ku gelek û rêberê wê ji derveyî pêvajoya çêkirina zagona bingehîn were fikirîn. Li aliyê din her tiştê endekseyî hilbijartina dema pêş dikin. Endeksî hesabên hilbijartinê dikin. Lê belê qet fikara we nîne ka civak dema çû ser sindoqê wê çi biryar bide, ew biryar wê di kîjan zemînê de şêwe bigire. Niha bifikirin. Li cihekî ku Rêber Apo hîna bi qismî di bin tecrîdê de tê girtin, gelek wê çawa nêzî sindoqê bibe? Wê bi kîjan çavê li hilbijartinê binêre?
Eger hûn mirovê ku pêre muzakereyê dikin hîna di bin tecrîdê de digirin, zehmete ku encamên hûn ji vê muzakereyê hêvî dikin û encamên civak hêvî dike, derxin. Lewma divê demildest û bênîqaş êdî ev muzakere bigihije zemînekî demokratîk, aqlê entegrasyona demokratîk êdî li siyasetê serwer be û hem hiqûqî hem jî siyasî gav bi vê ferasetê bên avêtin. Tişta ji me re sereke jî ev e. Nabe ku rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de were paşguhkirin.

