Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Em hevrêyên xwe Tufan Egîd, Rizgar Amed, Mahsum Habeş, Şoreş Cansiz, Zinar Raperîn, Simko Urmiye, Egîd Herkî û Eşref Çiyager ên di nava refên Gerîla Azadiyê yên Kurdistanê de li cih û demên cuda şehîd bûn, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên me yên di nava gelê welatparêz ê ji bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê de mezin bûne, li ser xeta fedayî ya Apoyî meşiyane û ji bo azadiya gelê me canê xwe feda kirine weke pêşengên têkoşîna li çiyayên Kurdistanê bi rola xwe rabûn. Zanebûna neteweyî û çanda berxwedanê ya gelê Rojhilat, di şexsê van fedayiyan de veguherî çalakî û heqîqeta azadiyê. Her hevrêyek me îradeya herî saxlem a berxwedana li dijî mêtingeriyê temsîl kir. Ev fedakarî di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bû pisûla û meşaleyeke ku navemire. Mîrateya têkoşînê ya şehîdên me, bû pisûleyeke ku rê nîşanî şopdarên xwe dide, bû çinareke ku wê her tim li her parçeyê xaka Kurdistanê şîn bibe. Baweriya me bêdawî ye ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û tevahî gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê wê xwedî li şehîdên xwe derbikeve û timî bibin şopdarên şehîdên me.
Li ser vî bingehî em ji malbatên hêja yên şehîdên xwe, gelê Urmiye û tevahî gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku di her şert û mercê de dilsozê bîranîna şehîdan bimînin û teqez armancên wan bi ser bixin.”
Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
|
Nasnav: Tufan Agir |
|
|
Nasnav: Rizgar Amed |
|
|
Nasnav: Mahsum Habeş |
|
|
Nasnav: Şoreş Cansız |
|
|
Nasnav: Zinar Raperîn |
|
|
Nasnav: Simko Urmiye |
|
|
Nasnav: Egîd Herkî |
|
|
Nasnav: Eşref Çiyager Cih û Dîroka Şehadetê: 10 Tîrmeh 2022 / Qendîl |









