Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera darvekirina Seyîd Riza û 6 hevrêyên wî daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“15’ê Mijdara 1937’an de Seyid Riza û 6 hevrêyên wî hate darvekirin, lê bîranîna wan qet nayê jibîrkirin.
Di 15’ê Mijdara 1937’an de, Seyid Riza, bi biryara desthilatdariya wê demê, li Xarpêtê hate darvekirin. Ev bûyer di dîroka gelê Kurd û bi taybetî ya gelê Dersimê de bû rojeke tarî û di bîra gelê Kurd û Elewiyên Dêrsimê de weke birînek kûr ma.
Seyid Riza di dîroka gelê Kurd li Dêrsimê de bûye sembola berxwedanê, rûmetê û parastina nasnameya gel. Darvekirina wî û hevrêyên wî ne tenê jiyana kesayetîyeke bi dawî anî, lê di çarçoveya bûyerên trajîk ên Dêrsimê yên 1937-1938’an de, bû beşek ji êş û felaketa ku bi ser gelê Dêrsimê de hat.
Îro, di salvegera darvekirina wî de, em bi rêz û hurmet navê Seyid Riz û hemû mexdûrên Dêrsimê bi bîr tînin.
Em dixwazin ku rastiya dîrokî bê zanîn û cîhê gora Seyid Riza û hevrêyên wî bê eşkerekirin, deng û daxwazin gelê me bête bihîstin. Bila rastî were zanîn, bila dîrok neyê jibîrkirin û bila êşeke wiha li ser tu gelî neyê dubarekirin.
Baweriya me ew e ku di ve serdema nû, pêvajoya asitî û civaka demokratîk de gelê bi nasnameya xwe, parastina ziman, Çand, bawerî û dîroka xwe dikare be bijî.
Seyid Riza, navê te di dîrokê de hatîye nivîsandin.Em jibo bîranînê, jibo dademendîyê û jibo rûmeta mirovahîyê dengê xwe bilind dikin û li mîrasê we bixwedî derdikevin.
Bila bîranîna Seyid Riza her tim zindî bimîne, bi rêzdarî û hurmet Seyid Riza, rêhavlên wî û hemû cangorîyên qetlîama Dêrsimê bi bîr tînin.”

